Ji bo Hatîce Ay a YJA Star'î mewlûd hat dayîn

  • 15:16 30 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - Ji bo şervana YJA Star’ê Hatîce Ay mewlûd hat dayîn.
 
Ji bo endama YJA Star’ê Hatîce Ay a ku di 19’ê Îlobê de li bejahiya navçeya Pîranê ya Amedê di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da, malbata wê mewlûdê da. Mewlûd, li Mala Şînê ya Badika ya taxa Mevlana Halît a navçeya Rêzanê hat dayîn. Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê, endam û rêvebirên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navend û navçeyan û gelek kes tevlî mewlûda hat dayîn bûn.
 
Di dema mewlud hat dayîn de rêvebira MEBYA-DER’ê Meryem Soylû axaftinek kurt kir. Meryem, sersaxÎ ji malbatê re xwest û got: “Bi salan E ji bo ku gelê Kurd bê tunekirin êrîş tên meşandin. Ji ber vê yekê jî ciwanên me li dijî van êrîşên ser gelê Kurd canê xwe feda kirin. Ciwanên me ji bo jiyanek azad canê xwe feda kirin. Divê hemû dayîk xwedî li vê têkoşîna azadiyê derbikevin. Şehît Namirin.”
 
Piştî diayên hatin kirin kesên tevli mewludê bûn belav bûn.