Ji MKGP û DFG'ê bang: Em ê li rûmeta rojnamevaniyê xwedî derkevin

  • 13:42 30 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - MKGP û DFG dê ji bo 9 rojnamegerên ku hatin girtin li Şîşhaneyê çalakiyê li dar bixin.
 
Dê rojnameger sibe li dijî gitina Nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger, Gerînendeya Weşana Giştî ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihan Denîz Nazlîm, Berîvan Altan, Emrullah Acar, Ceylan Şahînli, Selman Guzelyuz Rojnameger, Hakan Yçin û êrîşên ku di demên dawîn de li dijî çapemeniya azad a kurd zêde bûne  çalakiyekê li dar bixin.
 
Navnîşan Qada Şîşhaneyê ye
 
Di pêşengiya Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û Cemiyeta Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) de bertekên li dijî girtina 9 rojnamegeran a jj ber nûçeyên wan, hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re û gera wan a di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de sibe saet 12.00’an de li Qada Şîşane ya Stenbolê ji bo rojnamegeran çalakî bê lidarxistin.
 
banga beşdariyê hat kirin
 
Di metna bangawaziyê ya têkildarî çalakiyê de wiha hat gotin: “Em roja Duşemê saet di 12.00’an de li Qada Şîşhaneyê ji bo 9 hevalên xwe yên 29’ê Cotmehê danê sibehê li Enqereyê bi awayekî bêdeng hatibûn binçavkirin, dicivin. Em bang li hemû hevrêyên xwe dikin ku tevlî daxuyaniya me bibin û rûmeta rojnamegeriyê biparêzin.