Li Somaliyê herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest da
- 12:19 30 Cotmeh 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Somalî Mogadişuyê teqîneke mezin çêbû û di encama teqînê de herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest dan û 300 kes jî birîndar bûn.
Ji duh ve li paytexta Somaliyê Mogadişuyê gelek teqîn pêk hatin. Serokkomariya Somaliyê êrişên heyî weke “êrişên terorîst” pênase kir û da zanîn ku di encama êrişan de herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 300 kesî jî birîndar bûne.
Herwiha hat zanîn ku di nava kesên birîndar de ên birîna wan giran jî hene û hîna tu kesî êrîş negirtiye ser xwe.