Li rojhilatê Kurdistan û Îranê berxwedan berdewam e

  • 11:51 30 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Tevî gefa Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê ya ji bo dawîlêanîna xwepêşandanan, li rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanan di roja 44’an de berdewam kirin.
 
Li bajarên Sine, Mehabat, Bokan, Miyandoaw, Pîranşar, Merîwan, Seqiz, Kirmaşan û gelek navendên din ên rojhilatê Kurdistanê di roja 44’an de ciwan û jinan ji xwepêşandanan re pêşengî kirin.
 
Di çarçoveya van xwepêşandanan de  li Kirmaşanê  meresîma çilrojiya Mîno Mecîdî ya ku di xwepêşandanan de hate qetilkirin li ser gora wê û mala wê hate kirin. Li ser gora Mînoyê dirûşmên, “Şehîd namirin, “Bimre dîktatorî’ û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Bavê yek ji ciwanên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest da, li goristanê axivî û diyar kir ku kurê wî berî ku tevlî xwepêşandanê bibe, jêre gotiye, “Ti şoreşek bêyî rijandina xwînê bi ser neketiye.” Herwiha keça Mîno Mecîdî li mal bi dirûşma, “Jin, Jiyan, Azadî” dayika xwe bi bîr anî.
 
Li gelek taxên Sine, Merîwan, Seqiz, Mehabat, Pîranşar, Miyandiwa û Bokanê ciwanan bi pêxistina agir û girtina riyan û dirûşmeyan çalakî kirin.
 
Li bajarê Sine xwendekarên Zanîngeha Kurdistanê xwepêşandana berfireh kirin. Hêzên rejîma Îranê bi gule û gaza îsotê hewl da xwendekaran belav bike.
 
Li Zanîngeha Peyam Nurî û Merîwanê jî bi heman awayî xwendekaran bi dirûşmeyên, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bimre dîkdatorî” çalakî kirin.
 
Li gelek zanîngehên Îranê çalakî û nerazîbûnan berdewam kirin. Bi taybet li Kolêja Teknîkî ya Zanîngeha Tehranê, Kolêja Zanistî ya Civakî ya Zanîngeha Elame, Zanîngeha Bijîşkî ya Elbriz, Zanîngeha Azadî ya Meşhed, Zanîngeha Neşîrwanî ya Babol, Zanîngeha Erak, Zanîngeha Ehwaz û gelek zanîngeh û peymangehên din li dijî desthilata Îranê û çewiandina xwendekaran nerazîbûn nîşan dan.
 
Şeva borî jî li çend qadên Tehran, bajarê Astara ya li bakurê Îranê û gelek bajarên din ên Îranê xwepêşandan û nerazîbûn hebûn. Li bajarê Erakê bi sedan kes tevlî merasîma veşartina ciwanekî ku di rojên borî di xwepêşandanan de hatî kuştin bûn. Piştî veşartina cenaze, merasîm veguherî xwepêşandanê û hêzên dewletê hewl dan bi riya şîdetê girseyê belav bikin.
 
Duh Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Hisên Selamî gef li xwepêşanderan xwaribû û gotibû: “Îro em ê dawî li xwepêşandanan bînîn.”