Xwendekarên ODTU'yê piştgirî dan rojnamevanan

  • 10:15 30 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Endamên ODTU'yê jib o ku pişteaniya xwe bi rojnamegerên girtî re nîşan bidin li Stada Şoreşê pankarta "Çapemeniya Azad li ber xwe dide" daliqandin.
 
Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) girtina 9 rojnamegerên ku xebatkarên JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) bûn, bi pankartan şermezar kirin. Xwendekaran bi armanca piştevaniya bi çapemeniya azad re pankartên li Stada Şoreşê daliqandin.
 
Pankarta "Çapemeniya azad ji Apê Musa vir ve li berxwe dide. #OzgürBasînBêdeng nabe" hate vekirin.