Li Mêrdînê jinek hat qetilkirin

  • 08:49 30 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê jinek kuştî hat dîtin.
 
Nurhan Îlhan a 45 salî li gundê Eşmeyê navçeya Qosera Mêrdînê di mala xwe de kuştî hat dîtin.  Nûrhan a ku hat hînûn bi du birayên xwe re dimîne piştî cîranên wê agahî dan tendirustvan û cendirme çûn cihê bûyerê.
 
Tîmên tendirustiyê ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Nûrhan jiyana xwe ji dest daye, ji bo otopsiyê cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
 
Hat îdiakirin ku li ser gelek ciyên laşê Nurhanê şopên lêdanê hene..