Li Wan û Stenbolê girtina Şebnem Korur Fîncanci hat şermezarkirin

  • 16:56 29 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanên mafê mirovan bertek nîşanî girtina Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci dan û gotin Şebnem Korur Fîncanci rûmeta wan e û ew ê her mafê tenduristiya gel biparêzin û li ber îşkenceyê rabin. 
 
Wan
 
Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê daxuyanî dan. Endama Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Ayfer Bostan daxuyanî xwend û diyar kir ku pêvajoya zilmê di girtina Şebnem Korur Fîncanci de hatiye dubarekirin û îktidar dixwaze bi girtin, cezakirin, bêdengkirinê xwe bigihîne hilbijartina 2023’yan. Ayfer destnîşan kir ku Fîncanci rûmeta wan e û ew ê her mafê tenduristiya gel biparêzin û li ber îşkenceyê rabin. 
 
Stenbol
 
ÎHD’a Stenbolê jî civîna çapemeniyê li dar xist û xwest Şebnem Korur Fîncanci bê berdan. Li ser Tora Piştevaniya Wernicke Korsakoflar û Girtiyên Kevn (WKS) Ferît Barût daxuyanî da. Ferît bertek nîşanî girtina Şebnem Korur Fîncanci û hedefnîşandana TTB’ê da û destnîşan kir ku mamosteya wan Şebnem bi tawanbariya bêbingeh re rûbirû maye û bi awayek neheqî hatiye girtin û divê tavilê dest ji vê xeletiyê bê berdan û bê berdan.