Raperîna li rojhilatê Kurdistanê didome

  • 11:56 29 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên li dijî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî berdewam dikin û careke din li Zahîdanê xwepêşander hatin qetilkirin.
 
Li bajarên Sine, Urmiye, Kirmaşan, Qesirî Şirîn, Seqiz, Merîwan, Mehabat, Bokan, Serpêlê, Zehaw, Miyandiwa û Brucirdî Loristan duh di roja 45’an de xwepêşandan û nerazîbûnan berdewam kirin.
 
Li gelek taxên Sine ciwanan bi pêxistina agir û rêgirtinê nerazîbûn nîşandan.
 
Herwiha li qada Sineyê, piştî ciwanê bi navê Efşîn Mirwetî ji aliyê hêzên Îranê ve bi birîndarî hate binçavkirin û nûçeya qetilkirina wî hate parvekirin, gelek welatiyên Sine li ber nexweşxaneyê kom bûn û di navbera wan û hêzên rejîmê de alozî derket.
 
Herwiha hêzên rejîma Îranê êrişê malên xwendekarên zanîngeha Sineyê kirin û tê gotin ku herî kêm 8 xwendekar birîndar bûne.
 
Li seranserî Îranê jî, di roja înê de weke Înên borî bi hezaran kes daketin qadan. Li bajarê Zahîdanê hêzên rejîmê xwepêşander gulebaran kirin. Li gorî çavkaniyên nûçeyan, li Zahîdanê 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 jê zarok in. Nêzî 45 kesan jî birîndar bûne.
 
Li Tehran, Erak, Tonkabon, Amul, Babol, Serawan û Êranşar jî xwepêşandan û nerazîbûn hebûn.
 
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 253 kes hatine qetilkirin, ji vane 34 zarok in.