Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin

  • 11:43 29 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ERZIROM - Li Aşqeleyê çawîşê pispor Mehmet Hinizê ku hewl da hevjîna xwe bikuje, hat girtin. 
 
Li navçeya Aşqele ya Erziromê duh çawîşê pispor Mehmet Hiniz (32) bi çekê hevjîna xwe G. Hiniz (32) ku dixwest dev ji wî berde, bi giranî birîndar kir. Piştî êrişê çawîşê pispor hat binçavkirin. Dadgehê Mehmet girt û şand girtîgehê.