TAJÊ: Em dev ji Şengalê bernadin

  • 10:17 29 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ, êrişên li ser Şengalê şermezar kir û got: "Îradeya jinên êzidî ji hemû êrişan mezintir e û heta yek jina êzidî mabe ew ê dest ji Şengalê bernedin."
 
Li Şengalê duh dewleta Tirk bi balafireke bê mirov a bi çek wesayîtek kir hedef. Ev êriş di demeka Mîrê Êzdiyan Hazim Tehsîn Beg li Şengalê bû pêk hat. Li hemberî êrişan Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyanek da. Daxuyanî li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama TAJÊ Neam Eliyas ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Rojane balafirên dewleta Tirk li ser Şengalê ne û zarokên wan dikin hedef. Çawa di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya di tebaxa 2014’an de cîhan bêdeng ma, li hemberî van êrişan jî herkes bêdeng e.
 
Em wek jinên êzidî dê şopdarên şehîdan bin. Em ê tu carî serî daneynîn û heta jineke êzidî mabe, ew ê Şengalê ji kesekî re vala nekin. Îradeya jinên êzidî ji hemû êrişan mezintire. Di dema mîrê êzidiyan li Şengalê bû ev êriş pêk hat, pêwîste mîrê Êzidiyan li hemberî van  êrişan bibe xwedî helwest û li hemû dewleta daxwaza rawestandina van  êrişa bike.”