HDP û HDK çûn serdana Aysel Tugluk
- 15:57 28 Cotmeh 2022
- Rojane
ENQERE - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan û Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek çûn serdana Aysel Tugluk.
Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ya ku bi nexweşiya demansê û li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandrayê dihat giritn, piştî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) a "Nikare di girtîgehê de bimîne" duh ji ber nexweşiya xwe hatibû tahliyekirin.
Aysel a duh ji girtîgehê hat tahliyekirin, Hevseroka Partiya Demokratîk a Giştî Pervîn Buldan û Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek li Stenbolê li mala lê dima çûn serdana wê.
Pervîn Buldan piştî çû serdanê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal parvekirin kir û got, "Em çûn serdana Aysel Tugluk, daxwaza me ya herî mezin ew e ku tendirustiya Ayselê ber bi başbûnê ve biçe.