Cezayê hepsa malê dan malbata jîna yê!

  • 15:35 28 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
 
ENQERE -  Êrîşên rejîma Îranê ên li dijî çalakgeran berdewam dikin. Di çarçveya van êrîşan de vê carê jî li malbata Jîna Emînî cezayê hepsa malê hat birîn.
 
Piştî qetilkirina jina kurd Jîna Emînî li rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakiyên şermezarkirinê ku di 16'ê Îlonê de hatin destpêkirin berdewam dikin. Lê gel êrîşên rejîmê yên li hemberî çalakgeran 42 roj in çalakî berdewam dikin. Li gorî nûçya ku di kanala nûçeyan a Al Arabiya de hat weşnadin, hat diyarkirin ku rejîm ji bo çalakgeran bêdeng bike vê carê jî malbata Jînayê kiriye hepsa malê.