Malbatên girtiyan li Stenbolê meşiyan
- 14:44 28 Cotmeh 2022
- Rojane
STENBOL - Ji bo girtiyên nexweş malbatan li pêşiya Edliyeya Stenbolê meşek li dar xistin. Fincê Akman, Cemîle Çîftçî û rojnamevan Zeynep Kûray hatin binçavkirin.
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku ligel ku cezayê wan qediyane lê nayên berdan di roja 32’emîn a çalakiya "Nobeta Edaletê" de li pêşiya Edliyeya Stenbolê kom bûn. Cemîle Çîftçî ya ku birayê wê Selîm Çîftçî di Girtîgeha Tîpa L a Umraniyeyê de ye û Fincê Akman a ku kurê wê Yakûp Akman di Girtîgeha Tîpa F a Nimreya 3’yan a Sîlivriyê de ye tevlî çalakiyê bûn. Cemile û Fînce li pêşiya îstasyona metroyê ya li Çaglayanê bi destê hev girtin û heta qada edliyeyê meşiyan.
Di dema meşê de Fînce xwest zarokên wan were berdan û got “Em naxwazin ne zarokên me û ne jî kesên din jiyana xwe ji dest bidin. Her roj ji girtîgehan tabût derdikevin. Çima ji me mirina me kêfê distînin?”
Dema ku Fînce nêzî qadê bû polîsan pêşiya wan girtin û bêyî ku biryareke nivîskî pêşkêş bikin îddîa kirin ku li qadê çalakî hatine qedexekirin.
Di dema dorpêçê de polîsan li nûçegihana me Gulistan Dûrsûn û rojnamevan Hayrî Tûnç dan. Di vê kêlîkê de polîsan li rojnamevan Zeynep Kûray jî dan û ji pişt ve destê wê kelepçe kirin. Polîsan Fînce Akman, Cemîle Çîftçî û Zeynep Kûray binçav kirin û birin Qereqola Polîsan a li Çaglayanê.