'Em li gel çapemeniya azad in'

  • 13:35 28 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Endamên Rojnameya Alinteriyê bi daliqandina posterên “Em li cem çapemeniya azad in” ên li kolanên Enqereyê binçavkirina rojnamegevanan protesto kirin.
 
Çalakiyên endamên Rojnameya Alinteriyê yên bi nüçegihanön Ajansa Mezopotamya û nûçegihanên JINNEWS'ê re ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 25'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin re dewam dıke. Di vê çarçoveyê de endamên Rojnameya Alinteriyê li Enqereyê li Qada Tuzluçayir, Kolana Mîthatpaşa, Kolana Karanfil, Ziya Gokalp û Kolana Selanîkê pankartên bi nivîsa "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" bi wêneyên rojnamegerên girtî daliqandin.
 
Rojnameya Alinterî ku peyama piştevaniya bi çapemeniya azad re da, got, "Em ê bi israr çapemeniya azad biparêzin."