ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2022'YAN

  • 09:00 28 Cotmeh 2022
  • Rojev
 
*Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî daristan tên tunekirin, ev jî rastiyeke bi xeternak a li pêş me ye. Bêguman li van daristanan bi mîlyonan zindî, dar, nebat dimirin. Piştî şeran, dewlet gelek pirsgirêkên wek aborî-civakî dijîn û ji ber vê sedemê dewlet girîngiyê nadin polîtîkayên derdorê û zêdetir serî li hilweşîna ekolojîk didin. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Jinan têkildarî êrîşên kîmyewî yên bi hevkariya PDK û AKP’ê li hember Zap, Avaşîn û Metînayê pêk hatine nêrînên xwe anîn ziman û gotin divê PDK nebe hevkarê vî sûcî û rayedar li herêmê lêkolînek bê alî bikin. DÎMEN HEYE
 
*Di pêvajoya ku serokomar hinek xebatkarên çapemeniyê vexwendiyê qesrê kir de xebatkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin. Jinan da zanîn ku rojnamegerî ne sûc e, wê serî bi çapemeniyê nedin tewandin. DÎMEN HEYE