'Emê ligel mafdaran cih bigirin'

  • 15:44 27 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ÎZÎMÎR - Nobeda Edaleê ya xizmên girtiyan di roja 130'emîn de dewam dike. Malbatên ku di nobedê digirin êrîşa li dijî rojnamegeran, Seroka TTB'ê û ya li hemberî parêzeran şermezar kirin.
 
Xizmên girtiyan ên ku ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan û dawî li tecrîdê bê anîn Nobeda Edaletê dabûn destpêkirin çalakiya xwe di roja 130'emîn de li ber Baroya Îzmîrê dewam kirin. Xizmên girtiyan berdkilên ku dirûşmên , "Deng bide girtiyan" û "Ji girtiyên nexweş re azadî" li xwe kirin. Rêxistina HDP'ê ya Foçayê jî piştgirî da çalakvanan.
 
Dayika Medet Sever ê ku li Girtîgeha Hejmar T-1 a Bandirmayê tê girtin Hanim Sever, diyar kir ku parêzerên dibêjin edalet, bijîşkên dibêjin aştî û rojnamegerên ku rastiyan dinivîsin tên girtin. Hanim di berdewamiyê de wiha got, "Em li dijî van pêkanînan hemûyan e. Em dayik in, dilê me dişewite û rojnameger jî mecbûrin ku van dîmenan bikişînin. Ez AKP, MHP û CHP'ê tevde şermezar dikim. Çima rastiyan nabêjin? Em ê ji bo bijîşk û rojnamegerên xwe têkoşînê bidomînin. Em ji bo zarokên xwe li vir in. Ji bo ku xwîn neyê rijandin, zarokên me neyên bombekirin em li vir in. Heta ku aştî pêk neyên û tecrîda li Îmraliyê neyê bidawîkirin wê têkoşîna me bidome."
 
'Zarokên herkesî ji bo wan girîng in'
 
Hevseroka HDP'a Foçayê Mukadedes Işik jî got ku zarokên kesên li îqtdarê ne jî hene û wiha got, "Dayik ji bo zarokên xwe li vir in û ew zarok hêsan mezin nekirin. Zarokên tu kesî ji yên me ne girîng tir in. Hemû hebûna welatekî top kiriye û di nava hebûnê de dijî. Ev nayê qebûlkirin."
 
'Em ê li cem gel bin'
 
Mukades anî ziman ku girtî bêyî ku sûcekî wan hebe di girtîgehê de tên girtin û got, "Înfaza kesên ku bi salan di girtîgehan de ne tê şewitandin û li wê tên îşkencekirin. Heta dawî em ê li gel kesên mafdar cih bigirin."
 
Nobed piştî daxuyaniyê bi çepikan bi dawî bû.