Di 3 hemên dawî de 23 girtî hatin qetilkirin

  • 15:05 27 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê di rapora xwe ya sê mehan de bi lêv kir ku li girtîgehên herêma Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatine qetilkirin û herî kêm 20 caran jî îşkence û muameleya xerab li girtiyan hatiye kirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê rapora xwe ya 3 mehan a têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Anatoliyaya Navîn parve kir. Rapor, li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê hat parvekirin. Rapor, ji daneyên serlêdanên ji bo komeleyê hatin kirin, serdanên parêzeran ên li girtîgehan, nameyên  girtiyan û hevdîtinên bi malbatan re hatine berhevkirin. 
 
Hat destnîşankirin ku di mehên tîrmeh, tebax û îlona sala 2022’yan de têkildarî binpêkirinan 71 serlêdan bo ÎHD’ê hatine kirin û ÎHD jî ji bo bidawîkirina van binpêkirinan ji saziyên cemaweriyê yên têkildar re nivîs şandine. 
 
Rapor, ji hêla Hevberdevka Komîsyona Girtîgehên Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, ji ÎHD’ê Omer Farûk Yazmaci û Umîtcan Akbûlût ve hat ragihandin. 
 
11 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane
 
Nûray, da zanîn ku di nava mehên tîrmeh, tebax û îlona 2022’yan de herî kêm 23 girtî hatine qetilkirin, 10 girtî bi sedema nexweşiyên xwe yên giran hatine qetilkirin, 11 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane, ji bo 4 girtiyan îdiaya xwekuştinê hat kirin û sedema mirina girtiyekî jî nehatiye zanîn. 
 
Grevên birçîbûnê
 
Bi domdarî Nûray, diyar kir ku grevên birçîbûnê yên li dijî şewitandina înfazan, astengkirina mafê tedawiyê û cezayên disiplînê yên keyfî tên dayîn hatine destpêkirin, berdewam in. 
 
Mafê tenduristiê yê 48 girtiyên nexweş tê binpêkirin
 
Di berdewamê de Nûray bi bîr xist ku niha li girtîgehan herî kêm 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û li Girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn de herî kêm mafê tenduristiê yê 48 girtiyên nexweş tê binpêkirin. 
 
Nûray, daxuyand ku kontrolên emeliyatên çav, tedawiyên diranan û kontrolên nexweşxaneyê yên girtiyan nayên kirin û di serlêdaneke bo komeleyê de girtiyekî gotiye ku ji ber girtiyê siyasî ye nayê tedawîkirin. Bi domdarî Nûray, anî ziman ku li gorî tevdîrên Covîd-19’ê nayê tevgerîn, xetereyê li ser tenduristiya girtiyan çêdikin û înfaza girtiyên nexweş jî bi awayekî keyfî tên şewitandin. 
 
Îşkenceya derûnî
 
Di berdewamê de Nûray bi lêv kir ku di nava 3 mehan de herî kêm 20 girtî rastî îşkence û miameleya xerab hatine û wiha domand: “Ji ber ku wezareta edaletê daneyên di vê mijarê de parve nake, her tim peywendiyên bi girtîgahan re tên astengkirin, her tim kontrol li ser peywendiyan heye, bi taybet jî zehmetiyên xwe gihandina girtîgehên li çoltarê, ji ber ku girtiyên edlî tiştên bi serê wan tên bi çapemenî û raya giştî re parve nakin, hejmara girtiyên ku rastî îşkence û nêzikatiya xerab tên ji daneyên hatine parvekirin pir zêdetirin.” 
 
Wezareta Dadê bersivê nade
 
Nûray, diyar kir ku îşkenceyên tacîzên cinsî û bidevkî û raporên nexweşxaneyan nayên qeydkirin û wiha pê de çû: “Di bingeha lêgerînên tazî de polîtîkaya necezakirinê ya li dijî rayedarên girtîgehê heye. Wezîrê edaletê jî bersivê nade tu serlêdanên me yên derheqê binpêkirinan de. 
 
Mafê berdana bi şertê kontrola edlî jî tê binpêkirin
 
Her ku girtî daxwaza mafên xwe dikin û bertekan nîşanî binpêkirina didin, rêveberiya girtîgehê jî bi girtina girtekan û lêpirsînên disiplînê bersivê dide. Silavdayîna hev a girtiyan jî weke sedema van girtek û lêpirsînan tên nîşandan. Sepanên ewqas keyfî ne. Heke girtî binpêkirinan bi raya giştî re parve bikin jî ev mijar dibe sedema lêpirsîna disiplînê. Ji ber van lêpirsînan jî cezayên weke qedexekirina ragihandinê û hucreyê lê tê birîn. Ya herî girîng jî bi vê sedemê înfazên wan tên şewitandin. Girtiyên nexweş ên ku sala wan a dawî ma ye jî bi hinceta ‘rewşa nebaş’ nayên berdan. Bi sedema van lêpirsînên disiplînê, mafê berdana bi şertê kontrola edlî jî tê binpêkirin. 
 
Gefê li girtiyan dixwin
 
Rêveberiyên girtîgehan, bi rêbazên cuda zextê li girtiyan dikin. Daxwaza malbatan ku dixwazin zarokên wan sewqî cihên nêz bên kirin, nayê qebûlkirin. Hinek girtiyan, ji ber pirsgirêkên aboriyê alîkariya hiqûqî xwestibûn.” 
 
Banga hestiyariyê hat kirin
 
Nûray, got ku divê saziyên neteweyî û navneteweyî ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên li girtîgehan û çareserkirina pirsgirêkan, bikevn nava liv û tevgerê. Her wiha bang li wezareta dadê û saziyên têkildar hat kirin ku bi peywira xwe rabin û rê li ber van binpêkirinan bigrin.