Li Şirnexê binçavkirina rojnamegeran hat protestokırın

  • 14:28 27 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - HDP, TJA û DBP'ê  li qilebanê binçavkirina rojnamegeran bi daxuyaniyek protesto kirin. 
 
Partiya Demokrtîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) binçavkirina 11 rojnamegeran li navçeya Qilebanê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr tevli daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapameniya azad nayê bêdengkirin  hat vekirin. 
 
Ewilî nûçegihana ajansa me ya JINNEWS’ê Sema Çaglak axivî û destnîşsn kir ku ji salên 90’î heta roja îro tu hêzê dengê çapenniya qut nekiriye û wiha axivî: “Çapemeniya azad ji ber kevneşopiya xwe ya ‘rastiyê tu carî di tariyê de nemîne’. Bi vê kevneşopiya heqîqetê ji salên 90’î heta niha kedkarên çapemeniya azad gelek berdelên giran dane. Ruxmî hemû zext û zilma li dijî çapemeniya azad, tu carî ji heqîqetê tavîz nedane û mîrateya ku ji Apê Mûsa, Gurbettelî Ersoz, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat û Ayfer Serçeyan wergirtine hta roja îro gihandin.”
 
‘Em ê xwedî li rûmeta çapemeniya azad derbikevin’
 
Sema, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hedefgirtina rojnamegerên kurd û got: “Çapemeniya azad ji ber ku polîtîkayên desthilatdariyê teşhîr dike di hedefê de ye. Rojnamegerên kurd dibin dengê jinan, dengê Emîne Şenyaşar ku ji bo edaletê têfikoşe, dengê girtiyan û binpêkirina mafa teşhîr dikin bûne hedefa îqtîdarê. Lewra desthîlatdar herî zêde ji çapemeniya azad ditirsin. Lê çawa ku bi girtina 16 hevalên me çapemeniya azad bêdeng nema bi binçavkirina 11 hevalên xwe jî çapemeniya azad bêdeng nsmîne. Em kêm nabin, şûna wê hêrsa me mezin dibe. Wekî hevala me Safîye Alagaş ku ji girtigehê peyam şand û dibêje; 'Roj ne roja piştevaniyê ye, roj roja xwedîlêderkwtina li rûmeta çapemeniya azad e'. Em ê hemû xwedî li rûmeta çapemeniya azad derbikevin.”
 
‘Çapemeniya azad li pey heqîqetê ye’
 
Piştre parlementer Nûran Îmîr jî axivî. Nûran, diyar kir ku çapemeniya Azad bûye dengê dijminahiya li dijî gelê Kurd, vîna jina azad û têkoşîna demokrasiyê. Nuran, got: “Eger çapemeniya azad mehkûmî tarîtiyê bibe, jiyan mehkûmî tarîtiyê ye. Eger çapemeniya azad di bin lepên faşîzmê de zext û êrîş  li serzêde dibin, têkoşîna siyaseta demokratîk jî di xeteriyê de ye. Ji ber ku Çapemeniya Azad li pey heqîqetê ye. Mafê her mirovî heye ku xwe bigihîne rastiyê."
 
Nuran da xuyakirin ku hikûmetê bi hemû derfetên xwe bi awayekî bêhiqûqî êrîşî siyaseta demokratîk kiriye û got, "Gelê Kurd bi bedelên dan bû çirûska li dijî tarîtiyê. Çapemeniya Kurd jî li kolanan rastî komkujiyê hat, lê wan gotinên xwe dubarekirin. Diyar kirin ku ew ê berdewam bikin bibin dengê gelê xwe. Em Çapemeniya Azad a ku berdêl û keda rastiyê dide silav dikin."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.