Di doza Kobanê de siyasetmedaran piştgirî dan Şebnem Korur Fîncanci

  • 14:00 27 Cotmeh 2022
  • Hiqûq
 
ENQERE - Siyasetmedara kurd Aynûr Aşan a ji Doza Kobanê tê darizandin di rûniştinê de piştgiriya xwe ji bo Şebnem Korur Fîncanci diyar kir û got: “Şebnem Korur Fîncanci xwest bûyer bê lêkolînkirin. Wekî serdema navîn mirovan recm dikin.” 
 
Rûniştina 18’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, di roja sêyemîn de li Eywana Danişînê ya Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. 
 
Rûniştina li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Rêveber û parlamenterên HDP’ê, parêzer û gelek kes dozê dişopînin. 
 
Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin li eywana danişînê amade bûn û girtiyên li girtîgehên cuda jî bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê hatin kirin. 
 
Rûniştinê bi xwendina nasnameyan û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Ewilî endamê MYK’a HDP’ê Îsmaîl Şengul axivî û parastina xwe kir. 
 
'Wekî serdema navîn mirovan recm dikin'
 
Piştre siyasetmedara kurd Aynûr Aşan jî axivî û bal kişand ser binçavkirina Seroka TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide Şebnem. Aynûr anî ziman ku kî îktidarê rexne dike wek “terorîst” tê pênasekirin û got: “Ez dipirsim, gelo Şebnem Korur Fîncanci terorîst e? Ew mirovek zanyar e. Xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin. Wekî serdema navîn mirov tên recmkirin. Ez dixwazim bêjim, ku em piştevanê wê ne.” 
 
Piştî axaftina Aynûr dadger navber da rûniştinê. 

Etîketan:

kobanê doz