Parêzera Aysel Tugluk: Em niha li bendê ne ku Aysel were berdan

  • 13:49 27 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - ATK’ê ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da. Parêzera Ayselê, Reyhan Yalçindag diyar kir ku ew li bendê ne ku Ayselê di demekî pir kin de were berdan û wiha got: “Mixabin dê piştî vê qonaxê were tedawîkirin.” 
 
Ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kocaeliyê tê ragirtin, du sal berê teşhîsa nexweşiya demansê hatibû kirin. Saziya Tipa Edlî (ATK) piştî du salan derheqê Aysel de rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da. Biryar, duh piştî saetên xebatê hat ragihandin û tê payîn ku Aysel were berdan. Lê belê ji ber ku biryar hêjta negihiştibû ber destê Dozgeriya Înfazê ya Girtîgeha Kocaeliyê, Aysel nehat berdan. Parêzera Ayselê Reyhan da zanîn ku biryara ATK’ê gihiştiye ber destê saziyên têkildar û li bendê ne ku Aysel di nava 1-2 saetan de were berdan. Reyhan destnîşan kir ku tedawiya Ayselê ev nêzî 2 sala ye hatiye paşdexistin û wiha got: “Mixabin piştî vehêlandineke wiha dê dest bi pêvajoya tedawiya bê kirin.” 
 
Reyhanê da zanîn ku li şûna agahî ji wan re bê dayîn, agahî bi çapemeniyê re hatiye parvekirin û ev tişt anî ziman: “Haya me jî piştî saetên xebatê jê çêbû. Rapora ATK’ê îro heta danê sibehê jî bi awayekî fermî negihiştibû girtîgehê û biryara taloqkirina ceza ya Dozgeriya Înfazê ya Kocaeliyê jî negihiştibû ber dest. Bi destpêkirina mesaiyê re me dîsa serlêdan kir. Em piştre hîn bûn ku rapora ATK’ê gihiştiye ber destê wan. Hêj niha jî mînakeke rapora ATK’ê nedayîne me. Ji bo ku mînakeke raporê bidin me û miwekîla me were berdan, me serî li dozgeriyê da. Bawerim dê di nava çendek saetek, du saetan de were berdan.”