'Nobeta Edaletê' ya malbatên girtiyan 345 roj in didome

  • 13:23 27 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - Malbatên girtiyan ên "Nobeda Edaletê" digirin di çalakiya îro ya li ber Edliya Amedê wiha gotin: "Ev nêzî salekê ye ji bo girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di nobedê de ne û her çiqas partiyên siyasî ku soz dabûn malbatan ku dê ji bo girtiyên nexweş bixebitin jî lê hê jî bêdeng in."
 
Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin, "Nobeda Edaletê" ya li Amedê dabûn destpêkirin berdewam dike. Nobeda malbatan di roja 345’emîn de li ber Edliyeya Amedê pêk hat û malbatan carek din daxwaza edaletê kirin. Rêveberên Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) ya Amedê, Komeleya 78’an a Amedê û Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) İl Eşbaşkanları Gulîstan Atasoy Zeyyat Ceylan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hevserokê Giştî yê Komeleya Hîqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker piştgirî dan malbatan.
 
Di çalakiyê de ji malbatên girtiyan Reşahat Ada avivî û diyar kir ku li ser girtiyan zilm û zext hene û cezayên dîsiplînê li wan tê birîn û wan dixin hucreyan. Ada got divê Wezîrê Dadê û Serokkomar li ser rewşa girtiyên nexweş bisekinin. Reşahat destnîşan kir ku dayik û bavên girtiyên nexweş bêyî wan cara dawî bibînin koça dawî dikin û xwest ji bo girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin qanûn bikevin dewrê. Reşahat diyar kir ku girtiyên diziyê, destdirêjiyê û tiryakê tên berdin lê girtiyên ku rûmeta xwe parastin nayên berdan û ew ê heta dawiyê li pey doza girtiyên xwe bin. 
 
İnci Guler a xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler jî anî ziman ku ev nêzî salekê ye ji bo girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di nobedê de ne û her çiqas partiyên siyasî ku soz dabûn malbatan ku dê ji bo girtiyên nexweş bixebitin jî lê hê jî bêdeng in. 
 
Çalaki bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “ Heq hiqûq edalet” bi dawî bû.