Polîsan êriş bir ser kedkarên li pêş Edliya Enqerê

  • 11:52 27 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Kedkarên ku bi mebesta piştevaniya bi Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci re hatibû pêşiya Edliyeya Enqereyê ji hêla polîsan ve lêdan xwarin. 
 
Seroka Konseya Navendê ya Yekitiya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) Şebnem Korur Fîncanci, ji ber gotinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve, bûbû hedef. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê Şebnem de lêpirsîn dabû destpêkirin û duh di danê sibehê de bi ser mala wê de hat girtin û hat binçavkirin. Şebnema ku anîn Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê, şevê din îfade da û îro di danê sibehê de anîn Edliyeya Enqereyê. 
 
Ji bo piştevaniya bi Şebnemê re, gelek kedkar û nûnerên rêxistinên pîşeyî îro hatin pêşiya Edliyeya Enqereyê lê belê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Di heman demê de polîsan nehiştin rojnameger jî dîmenan bikişînin û ji qadê dûr xistin. Kedkar û nûnerên rêxistinên pîşeyî ku ketina wan a edliyeyê hat astengkirin, ji hêla polîsan ve hatin derbkirin. 
 
Endamên Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) û xwendekar li erdê hatin kaşkirin û binçavkirin. 
 
Ji KESK’ê Done Gevher, ji TTB’ê Selma Gungor, Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Gonul Adibellî û endama Komîsyona Xwendekarên Tipê (TOK) Helîn Çakir hatin binçavkirin. 
 
Girse niha jî li derdora edliyeyê disekine.