Oznur Deger: Em ê dengê xwe bidin bihîstin

  • 11:41 27 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Nûçegîhana me Oznur Deger diyar kir ku ew berdewamiya kevneşopiya çapemeniya azad in û wiha got:"Dixwazin dengê me bidin sekinandin lê belê em ê li her qadê dengê xwe bidin bihîstin." 
 
Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere bû di 25'ê Cotmehê de bi serdegirtina malan ji ajansa me û ya Mezopotamyayê 11 rojnameger hatin binçavkirin. Rojnamegerên ev sê roj in li Emniyeta Enqereyê tên girtin bi rêya parêzeran peyam şandin. 
 
Nûçegîhana me Oznur Deger a li Mêrdînê hat binçavkirin û ew birin Emniyeta Enqereyê bi rêya parêzerên xwe peyama piştevaniyê şand. 
 
'Em bi hêz in moralê me baş e'
 
Oznurê di hevdîtina bi parêzerê xwe re wiha got:"Ji salên 90'î heta niha em hêza xwe ji Mûsa Anter, Gurbeteli Ersoz û ji kevneşopiya çapemeniya azad digirin. Ne me bi girtina 16 hevalên xwe yên rojnameger serî tewand ne jî em ê ji ber binçavkirina xwe serî bitewînin. Em bi hêz in moralê me baş e. Em ji bo her kesê ku bi me re ketiye nava piştevaniyê spasiyên xwe pêşkeş dikin. Dixwazin dengê me bidin sekinandin lê belê em ê li her qadê dengê xwe bidin bihîstin."