Şebnem Korur Fîncancı: Min wekî pispora tipa edlî nirxand

  • 08:47 27 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci di îfadeya xwe de da zanîn ku wê wekî pispora tipa edlî nirxandin kiriye. 
 
Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ji ber têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî endamên HPG’ê daxuyanî dabû, li Stenbolê hatibû binçavkirin. Şebnem pişt re biribûn Enqereyê û piştî karûbarên îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê temam bûn, sewqî edliyeyê hat kirin. 
 
Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci di îfadeya xwe de da zanîn ku wê wekî pispora tipa edlî nirxandin kiriye.