STK'yiyan li dijî êrişên li ser çapemeniya azad banga demokrasiyê kirin

  • 19:30 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li dijî êriş û binçavkirina rojnamevanên çapemeya azad a JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê daxuyanî dan û di daxuyaniya xwe de banga berdana rojnamevanan kirin. 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê derbarê êrişên li dijî ajansên JINNEWS û Mezopotamyayê (MA) pêk hatine li perqa Sumerê ya li taxa Ofîsa navçeya Yenîşehîrê ye daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Rojnamevanî Ne Sûc e” û dovîzên bi nivîsa “Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin” hatin rakirin. 
 
‘Ji bêtehemiliyê ye’
 
Hevserokê Sesê ya şaxa Amedê Şiyar Gudiken di daxuyaniyê de axivî û got: “Hemû sîstemên ji demokrasî û mafên mirovan dûr ketine ango her ku diçe di aliyê aborî, exlaqî û siyasî ve xira dibin. Berdêlên vê xirabûna xwe jî ji xweza, mirov û gerdûnê derdixin. Di pêvajoyên ku qeyranên navneteweyî derketine de îqtidarê welat ber bi qeyranek pir alî ve bir. Ango welat di aliyê civakî, aborî, hiqûqî, siyasî û bîrokratîk de qeyranên herî kûr dijî. Îqtidar hiqûq, demokrasi û çêkerên herî girîng yên civakê ji holê radike û civakê ber bi cudatiyê ve dibe. Bi avakirina gengeşe û aloziyan re timî civakê ber bi kûrahiya qeyranan ve dibin. Yek ji berdewamiya van êrişan jî ‘qanûna sansurê’ ye ku ruxmê bertekên gel jî kete meriyetê. Di van rojên ev qanûn ketiye meriyetê de jî 11 rojnamevan hatin binçavkirin ku yek ji wan dayika pitika 2 mehî Zemo Aggoz e.”
 
‘Em bêdeng nabin’
 
Şiyar di berdewamiya axaftina xwe de îşkenceya li rojnamevanan hatiye kirin bi bîr xist û got: “Destên wan berovajî hatin kelepçekirin û bi zorê hewil dan serê rojnamevanan bitewînin. Ev êrişên krîmînalîzekirinê nayê erêkirin. Ev bê tehemiltî û asta ketina îqtidarê nîşan dide. Em weke rêxistina demokrasiyê çi ji destê me tê em ê ji bo civakek demokratîk bikin. Em ê têkoşîna xwe ya mafdar bidin berdewamkirin. Em ji vir carek din bang dikin ku rojnamevanên bi îşkenceyê bi awayekî bê hiqûqî hatine binçavkirin divê demlidest werin berdan.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên çapemeniya azad nayê bêdengkirin re bi dawî bû.