Ji bo Şebnem Korur Fîncanci li gelek bajaran çalakî hatin kirin

  • 17:03 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Binçavkirina Seroka Konseya Navendî ya  TTB'ê Şebnem Korur Fîncanci li gelek bajaran bi çalakiyan hat şermezarkirin.
 
Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ji ber axaftinên xwe yên derheqê bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ji hêla dewleta tirk ve, hedef hatibû nîşandan û derheqê wê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hatibû destpêkirin û vê sibehê li Stenbolê hat binçavkirin. Binçavkirina Şebnemê, li gelek bajaran hat protestokirin. 
 
Stenbol 
Şaxên Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Stenbolê li pêşiya avahiya xwe ya li Şîşliyê daxuyanî da. Hevserokê Şaxa SES’a Anadoluyê Erdal Guzel di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Dema mijara behsa xeberê dibe bikaranîna çekên kîmyewî, kesên ji ewil mîkrofon lê tê dirêjkirin bijîşk û rêxistinên pîşeyî ne. Fîncanci, dîmenên heyî weke bijîşkekî nirxandiye û da zanîn ku heke mirinên heyî ji ber çekên kîmyewî çêbibin, divê di çarçoveya Protokola Minnesotayê de lêpirsîn bê destpêkirin. Li şûna ku desthilatdarî daxwaza lêkolînê bike, di şexsê Fîncanci de pisporiya bijîşktiyê hedef girtiye. Li gel ku hinek kesayetên siyasî hedef nîşan da jî, ji bo îfadeyê vegeriya welêt. Di rewşeke wiha de nayê qebûlkirin ku bi serdegirtina malê bê girtin. Parastina tenduristiya gel, dijbertiya li şer û tevgera li gorî rastiya zanistê sûc nîne.”
 
Artvîn
 
Nûnertiya SES’ê ya Artvînê jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tu tiştekî Fîncanci aniye ziman sûc nîne û ev tişt hatin destnîşankirin: “Piştî daxuyaniyên derdorên desthilatdariyê yên weke fermana bo darazê, biryara binçavkirinê hat dayîn. Weke rêxistinên pîşeyî em lînça siyasî ya li dijî Fîncanci hatiye destpêkirin qebûl nakin. Fîncanci bi tenê nîne û rûmeta me ye.” 
Edene
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê jî li Parka Ataturkê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila Şebnem Korur Fîncanci di zûtirin demê de bê berdan. Binçavkirin nayê qebûlkirin” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de Serokê Odeya Bijîşkan ê Edeneyê Selahattîn Menteş axivî û wiha got: “Çawa ku ji ber gotina me ya ‘şer, pirsgirêkeke tenduristiya gel e’ qiyamet hatibe rakirin û em hatibin darizandin, îro jî tu fikarên me ji bo darizandinê nînin. Divê rêgezên dewleta demokratîk û hiqûqî bi ci bînin û piştî îfadeyê jî di zûtirin demê de Dr. Şebnem Korur Fîncanci berdin.” 
 
Mêrsîn
 
ÎHD, OHD û ÇHD ya Mêrsînê li avahiya ÎHD'ê ya Mêrsînê daxuyaniyek dan çapemeniyê TUAY-DER a Çukurovayê, Hewldana  78’an û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de binçavkirina Şebnemê hat şermezarkirin û daxwaza serbestberdana wê hat kirin. Nûçegîhanê PÎRHA'yê ya Mêrsînê Dîren Keser jî axivî û bal kişand ser binçavkirina 11 rojnamegeran û diyar kir ku dixwazin heqîqetê ji holê rakin, lê belê hêza wan terê nake. Dîran, da zanîn ku dê rojnameger ragihandina heqîqetê bidomînin.