Ji Nobeda Edaletê bang kirin: Rojnamegeran serbest berdin

  • 16:19 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di roja 129'emîn a Nobeda Edaletê de xizmên girtiyan ji ber Girtîgeha Kriklarê bang kirin. Xizamên girtiyan ku xwestin rojnamger serbest bên berdan daxwazên xwe yên ji bo girtiyan jî careke din anîn ziman.
 
Ji bo ku girtiyên nexweş û ên ku înfazên wan hatine şewitandin bên berdna, Noebda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li Îzîmîrê hat destpêkirin di roja 129'emîn de li ber  Girtîgeha Kriklarê berdewam kir, xizmên girtiyan ku berdilkên bi drûşmên , "Ji girtiyên nexweş re azadî" û "Deng bide zindanan" li xwe kirin dirûşmên, "Bijî berxwedana zindanan", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" berz kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeyên Çîglî û Balçova yên Îzmîrê jî piştgirî dan xizmên girtiyan. 
 
'Li cihê we bombe kiriye zindî nikarin bijîn'
 
Di serî de ji xizma girtiyan Medîne Kaymaz, axivî. Medîne ya ku diyar kir zarokên wan nayên dermankirin û di hûcreyên yek kesî de tên hiştin wiha berdewam kir, "Zarokên me dikujin, Hûn bi balafirên xwe yên bê mirov her derê bome dikin. Li cihê hûn bombe dikin zîndî nikarin bijîn. Ji bo ku şer bi dawî bibe û aştî pêk bê bi salan e me destê xwe vekiriye. Em bi mehan e Nobeda Edaletê digiin. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. Bila tu kes nemire. Ev çawa wicdan e? Gelo malbata we tune ye? Ger ku malbata we di vê rewşê de bûye gelo wê dê çi hîs bikira? Em aştiyê dixwazin."
 
'Bila serojnameger serbest bên berdan'
 
Medîne bal kişand ser rojnamegerên ku hatine binçavkirin jî û got ku armanca wan ji van binçavkirinan ew e ku sûcên xwe veşêrin. Medîne xwest ku rojnamger serbest bên berdan.