Ji bo Şebnem Korur Fincanci ji her deverê bertek zêde dibin

  • 15:58 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - Li Amed û gelek bajaran bertekên li dijî binçavkirina hevseroka TTB’ê Şebnem Korur Fincani zêde dibin. Di serî de endamên TTB’ê, hiqûqnas û komeleyên jinan di çalakiya li dar xistine de banga demildest a berdana hevseroka TTB’ê kirin.
 
Hevsroka Yekîtiya Bijîjkan a Tirkiyeyê (TTB) Şebnem Korur Fincanci ji ber ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser herêma Zap, Metîna û Avaşînê bertek nîşan daye bi hinceta “Propagandaya Rêxistinê kiriye” hate binçavkirin. Li dijî binçavkirina Şebnem Korur Fincanci li gelek bajaran bi çalakiyan bertek hate nîşandan. Bi beşdarbûna endamên saziyê sivîl, TTB, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHÎV), Platforma Demokrasî ya Mêrdînê, Platforma Jinên Mêrdînê ya Şahmaranê, Komeleya Jinan a Rosayê, DÎSK Genel-Îş, TMMOB, Komeleya ji bo Azadiyê ya Hiqûqnasan (OHD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Baroya Amedê, Odeya Bijîşkên Diranan a Amedê li ber deriyê avahiya TTB’ê ya li Sûrê ye daxuyanî hate dayîn.
 
‘Asta herî jor ya zextan dijîn’
 
Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan di daxuyaniyê de axivî. Elîf li dijî binçavkirinê bertek nîşan da û dest bi axaftinê kir: "Fincanci parêzvanek mafê mirovan û rewşenbîrek e. Hemû jiyana xwe di ber zanyarî, astengkirina îşkenceyê û li astengkirina binpêkirinên mafê mirovan de borand. Nêzîkatiya li Prof Dr. Şebnem Korur Fincanci hatiye kirin binpêkirina mafê kes ê fikir e. Ev êrişeke bi eşkerahî ye." Elîf diyar kir ku demek dirêj e li dijî rêxistinên ked-pîşedaran êrişên bê navber didin meşandin û ev jî asta zextên wan nîşan dide." Elifê got:" Em êrişên li hember hevseroka me hatiye kirin qebûl nakin û banga demlidest berdana wê dikin."
 
Piştî Elîf Turan, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û seroka Komeleya Jinan ya Rosa yê Adalet Kaya axivî û gotin em li gel Şebnem Korur Fincanci ne û banga berdana wê kirin.