Hêzên Îranê gule li beşdarên merasîma 40 rojî ya şîna Jîna Amînî reşand

  • 15:49 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kes li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê di 40 rojiya şîna Jîna Mahsa Amînî merasîmek bîranînê lidarxistin. Hêzên dewleta Îranê gule li gel reşand.
 
Jina Mahsa Amînî ya 22 salî di 13'yê îlonê de li Tehranê bi hinceta ku porê wê xuya kiribû ji aliyê polîsên exlaqê ve hatibû binçavkirin û îşkence lê hatibû kirin. Jîna rakiribûn nexweşxaneyê û piştî 3 rojan di 16'ê Îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji wê demê ve li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyî hene.
 
Li gorî parêzvanên mafên mirovan, hêzên ewlehiyê li ser gora wê jî gefa kuştinê li malbata Jîna Emînî xwarine. Hate diyarkirin ku hêzên dewletê bi taybet gef li zarokekî malbatê xwariye.
 
Tevî vê yekê jî bi hezaran kes li ser gora Jîna Mahsa Amînî kom bûn. Di dîmenên ku li ser torên medyayên dîjîtal hatine weşandin de dirûşmeya “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” jî tê bihîstin.
 
Li ser gora Jînayê marş hatin gotin. Li gorî dîmenên li ser torên medyayên dîjîtal hatin weşandin, hêzên dewleta Îranê di dema çalakiyên protestoyî yên li bajêr de bi fîşekên rast û bombeyên gazê êrişî gel kirin.
 
Li bajarên Mahabad, Sine û Bokanê yên Rojhilatê Kurdistanê gel daket qadan. Di dema xwepêşandanan de agir hatin pêxistin, di encama êrîşên hêzên dewletê de li gelek deran şer û alozî derket.