Jinan bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku pêşî li êrişên dewleta tirk bên girtin

  • 14:49 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komek jinên rêveber yên di nava hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de bi daxwaznameyekê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku bi derxistina biryarekê êrişên hewayî û dronan ên li ser Herêma Kurdistanê bidin rawestandin.
 
Êrişên dewleta tirk ên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta tirk rojane li Başûrê Kurdistan û Iraqê sivîlan dike hedef û qetil dike.
 
Li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistanê, komek jinên rêveber ên di nava hêz û aliyên siyasî de, daxwaznameyek radestî nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kirin.
 
Di daxwaznameyê de banga rawestandin êrişên hewayî yên bi dron û muşekan yên ser Herêma Kurdistanê ku dibin sedema welatiyên sivîl, jin û zarok bibin qurbanî û ziyan bide çandinî û gundên li herêmê hate kirin. Di dewama daxwaznameyê de hate gotin; “Ev êriş binpêkirina biryara Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ya hejmara 1325'emîn e. Ji ber ku di biryarê de behsa parastina jin û zarokan a di şer û nakokiyan de tê kirin.”
 
'Hewldana me ew e ku Neteweyên Yekbûyî rê li van êrişane bigire'
 
Endamê Civata Nîştimanî ya Tevgera Goran Suad Ebdulrezaq derbarê armanca daxwaznameyê de axivî û got; “Ne tenê bi balafir û topan, êdî bi dronan êrişî ser xaka herêmê tê kirin, ji bo vê hewldana me ew e ku Neteweyên Yekbûyî bi derxistina biryarekê rê li van êrişane bigire. Em ê di dema pêş de hîn berfirehtir li ser vî karî rawestin, em ê biçin Bexda û daxwaznameyê radestî Wezareta Derve ya Iraqê jî bikin. Dibe ku di dema bê de rêxistinên civaka sivîl bi me re di nava vê proseyê de cih bigirin û bi serokatiya herêm û parlamentoyê re bicivîn.”