TTB: Şebnem Korur Fîncanci ne bi tenê ye

  • 14:15 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Konseya Navendî ya TTB’ê, derheqê girtina Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncanci de da zanîn ku axaftinên Şebnemê ne sûc in û wiha got:"Şebnem Korur Fîncanci ne bi tenê ye."
 
Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) bi daxuyaniya dayî bertek nîşanî binçavkirina Seroka Konseyê Dr. Şebnem Korûr Fîncanci a têkildarî êrişên kîmyewî ya li dijî endamên HPG’ê de axivî da. Di daxuyaniya nivîskî de hat ragihandin ku di hevdîtinên 21’ê cotmehê yên bi Buroya Hiqûqê ya TTB'ê û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hat ragihandin ku Şebnem eger bê xwestin jî dikare bê îfadeyê û tevî van agahiyan jî Serdozgeriya Komarê pêvajoya binçavkirinê daye destpêkirin û ev pêvajo veguherandiye xwepêşandanekê.
 
‘Axaftinên Şebnem Korur Fincanci ne sûc e’
 
TTB’ê destnîşan kir ku binçavkirina Şebnem Korur Fîncanci encama zextên li dijî TTB’ê û rêveberên wê ne û wiha got: “Fîncanci di encama nîqaşên bandor li rayagiştî kirin û êrişên kirêt ên li dijî wê de îro hate binçavkirin. Ne bingeheke hiqûqî ya van binçavkirinan ne jî ya lêpirsînê heye. Ji xwe tu tiştên ku xoceya me anîne ziman sûc nînin. TTB’ê têkildarî nîqaşên ku tên kirin di çarçoveya azadiya fikir û ramanê de bi baldarî guhdar dike û dinirxîne. Lê ev rewş nayê wê wateyê ku em lînca siyasî ku li Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci tê kirin û pêkanîn bêhiqûqî qebûl bikin. Li dijî pêkanînên desthilata zorker bi parastina Dr. Şebnem Korûr Fîncanci û TTB'ê re em ê têkoşîna parastina demokrasî, aştî, serxwebûna zanistan, azadiya ramanê ya zanyaran û tenduristiya gel ji nêz ve bidomînin. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ne bi tenê ye, rûmeta me ye!”