Rojnameger carek din gotin 'Rojnamegerî sûc nîne'

  • 13:45 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Seroka Şaxa TGS'ê ya Enqereyê Sîbel Hurtaş diyar kir ku rojnameger polîtîkayên zextê ya dewletê teşhîr dikin û bi gel re parvedikin û got: "Em dev jî çanda berxwedanê ya Çapemeniya Azad bernadin.” Nûçegihana Ajansa PÎRHA'yê Melîs Cîddîoglû jî destnîşan kir ku çi dikin bila bikin dê  dîsa bibêjin rojnamegerî sûc nîne.”
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, îro di danê sibehê de li 9 bajaran bi ser malên gelek rojnamegeran de hat girtin. Di encama serdegirtinên malan de nûçegihanên ajansa me Habîbe Eren û Oznûr Deger Derya Ren hatin binçavkirin. Derya Ren ji ber lêpirsîneke din binçavkirin û piştî ku biryara girtinê li rûyê wê hat xwendin, hat girtin. Her wiha di serda girtina malan de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceyhan Şahînlî û Mehmet Gunhan ku demekî li Buroya MA’yê ya Enqereyê weke stajer xebitî bû jî li Manîsayê hat binçavkirin. 
 
Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê bi daxuyaniyekê rojnameger hedef nîşan dan û li xwe mikûr hat ku rojnameger ji ber nûçeyên ku çêkirine hatine binçavkirin. 
 
Seroka Şaxa Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) ya Enqereyê Sîbel Hurtaş û nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) Melîs Cîddîoglû bertek nîşanî binçavkirina hempîşeyên xwe dan. 
 
'Zextên li hember rojnamegeran zêde dibin'
 
Melîs, da zanîn ku ji salên 90’î heta niha zextekî giran li ser Çapemeniya Azad heye û wiha got: “Desthilatdarî kengî tengav bibe, zext û zorê li çapemeniyê dike. Niha em dîsa bi terora binçavkirinê re rû bi rû ne. Ev zext û binçavkirine, asta zext û faşîzma desthilatdariyê nîşan dide. Weke ku rêxistineke îllegal têk biribin, ragihandin. Lê ev kes rojnameger in, hevalên me ne û karê xwe dikin. Tam di dema qanûna sansûrê de hat kirin. Demekî kin piştre jî bikaranîna çekên kîmyewî kete rojevê. Hevalên me jî ev mijar pirsîn û nûçeyên wê çêkirin lewma hatin binçavkirin. Her ku hilbijartin nêz dibe, zextên li ser rojnamegeran jî zêdetir dibin. AKP, kaos û aloziyê derdixîne. Naxwaze nelirêtiyên wê aşkera bibin û bên vegotin. Zexta li ser rojnamegerên heqîqetê dinivîsin dê her tim hebe. Dê rojnameger paşve gavê neavêjin. Ji ber ku rojnamegerî sûc nîne. Em polîtîkaya zextê ya dewletê teşhîr dikin û bi gel re parve dikin. Em her tim bi hevalên xwe re ne. Em ê dev ji çanda berxwedanê ya Çapemeniya Azad bernedin.” 
 
'Rojnamegerî ne sûc e'
 
Seroka Şaxa TGS’a Enqereyê Sîbel Hurtaş jî got ku di rojên ku “qanûna sansûrê” ketiye meriyetê de binçavkirina rojnamegeran tiştekî rasthatî nîne û wiha bi dawî kir: “Bi van operasyonan hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin. Hêj jî îdianameya 16 hevalên me yên di 16’ê hezîranê de hatin girtin, nehatiye amadekirin. Daxuyaniyên derheqê binçavkirina hevalên me de hatiye dayîn jî hev nagire. Emniyet dibêje ‘ji ber nûçeyên gel li dijî hev sor dike hatine binçavkirin’ û dadgehê jî dibêje ‘endamtiya rêxistinê.’ Her du alî jî hewl didin nûçeyan weke hêmayeke sûc nîşan bidin. Lê çi dikin bila bikin em ê dîsa bibêjin rojnamegerî sûc nîne.”