Kongra Star Jîna Amînî bi bîr anî

  • 12:59 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star, di çil rojiya qetilkirina Jîna Mahsa Amînê de daxuyaniyek da û got: "Em piştgiriya gelên serhildêr ên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin. Em bang li jinan dikin ku dakevin qadan û têkoşînê mezin bikin."
 
Kongra Star di çilrojiya qetilkirina jina ciwan Jîna Mahsa Amînî de daxuyaniyek da û got: “Serhildanên ji zêdetirî mehekê ve piştî qetilkirina Jîna Amînî ji aliyê rejîma Îranê ve li dar ketin, berdewam in."
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê serhildan belav bûn, gel daketin qadan û sûcê rejîma Îranê bi berzkirina “Jin jiyan azadî” şermezar kirin. Wek bahoz û volkanê li her derê cîhanê belav bû. Di encama wê şoreşê de, gel şoreşa xwe ya li hember desthildarên çewisandinê domand.
 
Lê di encamê de bi sedan ciwan û jinên ciwan ên îranî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan serhildêr hatin girtin. Ruxmî wê jî, lê serhildêran bi taybet jinên îranî, bi cesaret berxwedana xwe ya li hember rejîma zordest a xwîndar berdewam kir û çewisandina li ser tê kirin, red kir.
 
Em kiryarên rejîma melalî şermezar dikin û piştgiriya daxwazên rewa yên gelên Îranê dikin.
 
Jinan roleke dîrokî di qadên şer de lîst û bûn pêşeng û xwedî vîn. Ji ber wê jina zana û azad dikin hedef. Sûcên li dijî jinan tên kirin, berdwama fikrê tarî yê li herêmê belav e.
 
Heta jiyaneke azad û bi rûmet peyda nebe, divê jin û mirovahî bi giştî li hember fikrê tarî li ber xwe bide. Divê jin dakevin qadan û têkoşînê li gorî rêgeza jina azad li hember pergala dijberî jinan, mezin bikin.”