Şêniyên Mexmûrê: Divê pêşî li çekên kîmweyî bê girtin

  • 12:49 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
MEXMÛR - Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, Meclîsa Îştar a Mexmûrê daxuyaniyek da û got: "Dewletên navnetewî divê pêşî li van çekan bigire û demildest cihê bûyerê bê lêkolînkirin."
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştar daxuyaniyek hate dayin û êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna şêniyên wargehê, bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Meclîsa Îştar Ezîze Tîmûr ve hat dayîn.
 
Di daxyaniyê de ev tişt hatin ziman:
 
“Em di kesayeta 17 şehîdên Zapê de, tevahî şehîdên Kurdistanê bibîrtînin û bejna xwe di ber kesayeta wan de ditewînin. Bi sala ne dewleta Tirk qirkirinê li ser me dide ferzkirin, karanîna çekên kîmyewî jî nîşaneya vê yekê ye. Dijmin dixwaze bi karanîna çekên kîmyawî, tecrîd û êrişan Gelê Kurd tûne bike. Lê bi saya fikrên Rêber Apo ti caran ev xeyalên dijmin pêk nayê. Çekên kîmyewî sûce, lê dema li dijî gerîla tê bikaranîn ev rewa tê dîtin. Em vê yekê qebûl nakin.
 
Em jinên Mexmûrê berxwedana gerîla bi dil û can silav dikin. Gerîla rûmeta me ye û divê em xwedî li wan derbikevin. Hevkarê van êriş û qirkirinê PDK ye. Ev êdî eşkere bûye û bila PDK bizane wê hesab jê bê pirsîn. Em heta dawî li pişt gerîlayên xwe ne û em bang li tevahî jin û dayîkan dikin, werin em bi hev re xwedî li zarok û pekrewanên xwe derbikevin. Dewletên navnetewî divê pêşî li van çekan bigire û demildest cihê bûyerê bê lêkolînkirin. Dem dema gel e, divê em wek gel rolê xwe bilîin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo’ û “Bimre xiyanet” bi dawî bû.