Jîna Amînî li ser gora xwe tê bîranîn

  • 12:36 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên li dijî rejîmê di roja 40’emîn de berdewam dike. Gel li ser gora Jîna Mahsa Amînî ya hate qetilkirin kom bûn. 
 
Çalakiyên şermezarkirinê ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî di 16’ê îlonê de dest pê kir bi awayekî bênavber li rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome. Li dijî êrişên rejîma Îranê bi hezaran kes li kolanan li ber xwe didin. Li gorî Rêxistinên Mafên Mirovan ên Îranê di nava 40 rojan de di xwepêşandanên 21 bajaran de 234 kes hatin qetilkirin. 
 
Ji ber îro roja 40’emîn a qetilkirina Jînayê ye li Seqîzê merasîma bîranînê tê lidarxistin. Bi sedan kes li ser gora Jînayê kom bûn. Di meşa ber bi gora Jînayê ve tê kirin de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.