CPJ'ê banga berdana 11 rojnamegeran kir

  • 12:30 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - CPJ destnîşan kir ku divê Tirkiye dest ji tacizkirina rojnamegerên kurd a bi sûcdariyên bêbingeh berde û banga berdana 11 rojnamegeran kir.
 
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî rojnamegeran Enqere, Stenbol, Wan, Amed, Riha, Mêrsîn û Mêrdîn jî di nav de li 9 bajaran bi ser malan de hate girtin. Rojnameger Habîbe Eren, Oznûr Deger, Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî û Mehmet Gunhan hatin binçavkirin. 
  
Desteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) têkildarî binçavkirina rojnamegeran daxuyanî da û wiha got: “Divê rayedarên Tirkiyeyê rojnamegerên kurd ên di bin çavan de tên ragirtin berde û dest ji rojnamegerên bi lêpirsînên veşartî tacîz kirinê jî berde.”
 
Koordînatora Bernameya Asyaya Navîn û Ewropayê ya CPJ’ê Gulnoza Saîd bertek nîşanî helwesta rayedarên tirk da û wiha axivî: “Rayedarên tirk careke din bi fermana dadgehekê, di çarçoveya lêpirsîneke veşartî de gelek rojnamegeran ji azadiya xwe mehrûm hiştin. Wekî 16 rojnamegerên di meha hezîranê de hatine binçavkirin û nizanin bê ka ji ber çi hatine binçavkirin, rojnamegerên vê carê hatine binçavkirin jî nizanin bê ka ji ber çi hatine binçavkirin. Rayedarên tirk divê demildest rojnamegeran berde, alavên ku dest danîne ser teslîmî wan bike û rojnamegerên kurd bi sûcdarkirinên bêbingeh tacîz neke.”
  
CPJ'yê bal kişand ser navên rojnamegeran, binpêkirinên mafan ên di lêgerîna buro û malan û diyar kirin ku ew hewl dane ku bi rêya e-postayê xwe bigehînin Serdozgeriya Enqereyê û destnîşan kirin ku têkildarî mijarê tu bersiv nesitandine.”