Malbatên girtiyan li ber ATK'ê ya Amedê banga pêkanîna edaletê kirin

  • 12:15 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbatên girtiyan ku li ber ATK'ê ya Amedê pêk hat û bang li Wezîrê Dad'ê hat kirin ku zarokên wan bên berdan. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ji aliyê malbatên girtiyan ve ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan hatibû destpêkirin, li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) berdewam kir. Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Mêrdînê, Platforma Jinên Şahmeran a Mêrdînê, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Tevgera Jînên Azad (TJA), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED) a Mêrdîn û Amedê, Komeleya 78'an, Komeleya Hîqûqnasên Azadîyê (OHD) a Mêrdîn û Amedê,  TMMOB  a Mêrdînê, Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê Platforma Şaxên KESK'ê ya Mêrdînê ji bo piştevaniyê tevlî çalakiyê bûn.
 
Dayîka girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazime Boltan anî ziman ku ew 13 meh in çalakiya xwe didomînin û got heta niha ji bo edalatê gavek nehatiye avêtin. Nazîme, bi lêv kir ku wan daxwazek giran ji hikûmetê nekiriye û domand: "Me bi tenê xwest ku girtiyên nexweş bên berdan. Rewâa zarokên me ne başe. Me got bila zarokên me bên berdan malbatên wan tedawiya wan bike. Me vê bangê li Wezîrê Dadê û Serokkomar kir. Me bang li wan kir ku daxwazên zarokên me bînin cih. Lê belê ne daxwazên girtiyên nexweş û ne jî daxwaza girtiyên înfazên wan hatine şewitandin neanîn cih. Heta ku em sax bin em ê li pey doza wan bin. Em ê li kolanan bin. Ligel rewşa zarokên me ew qas xirabe jî bernadin." 
 
'Girtiyên nexweş çawa digirin'
 
Nazîme, da zanîn ku girtiyên wan dema dibin nexweşxaneyê kelepçe dikin û dibin û axivî: "Bila sererast tedawiya zarokên me bê kirin. Zarokên me bi destên kelepçe dibin nexweşxaneyê. Em bi vê awayî tedawiyê qebûl nakin. Zarokên me jî ji ber kelepçeyê tedawiyê qebûl nakin û wan carekedin dibin girtîgehê. Me daxwazek giran nekiriye. Wîcdana wan tuneye. Cudahiyê dikin navbera girtiyan. Ji ber ku em kurd in zarokên me bernadin. Heta dawiyê em ê li pey vê dozê bin. Ev 5 sal in min kurê xwe nedîtiye. Ger ku wîcdana wan hebe, dê zarokên me berdana.  Girtiyên nexweş çawa di girtîgeh de tên girtin." 
 
Çalakî bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Zindanan" û "Heq, hiqûq, edalet" bi dawî bû.