Eren Keskin: Şebhem û 11 rojnameger di heman çarçoveyê de hatin binçavkirin

  • 11:08 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin bertek nîşanî binçavkirina Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fincanci da û wiha got:"Şebnem berî du rojan li derveyî welêt bû, bixwesta nedihat lê belê hat. Ew di heman çarçoveyê de bi 11 rojnamegeran hat binçavkirin. Ev tişt di vê sedsalê de wekî sûc tê hesibandin. Ev tiştekî derî aqilan e."
 
Piştî Tirkiyeyê êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê kir 17 gerîlayên YJA STAR û HPG'yî jiyana xwe ji dest dan û dîmenên du gerilayên jiyana xwe ji dest dan li ser medyaya dîjîtal bû rojev. Li ser vê yekê Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fincanci da zanîn ku wê li dîmenan temaşe kiriye û li gor dîmenan çekên kîmyewî hatine bikanîn û ev jî rasterast bandor li ser sîstema sinir kiriye. Piştî Şebnemê di bernameya tevlî bûye de ev gotin kir û her wiha got divê lêpirsîneke berfireh bê kirin, bû hedef û li mala xwe ya Stenbolê hat binçavkirin. 
 
Hat hînbûn Şebnemê ji Stenbolê hatiye girtin û dibin Enqereyê. Li ser medyaya dîjîtal gelek kesî bertek nîşanî binçavkirina Şebnemê dan. 
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin li ser binçavkirina Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fincanci bi ajansa me re axivî. 
 
'Derî aqila ye'
 
Erenê bi lêv kir ku Şebnem berî du rojan li derveyî bajêr bû û bixwesta nedihat lê belê hat û wiha domand:"Binçavkirin û gefxwarin rêbazeke çewisandin û tirsandinê ye. Tirkiyeyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHS) îmze kiriye. Li gor madeya 9 û 10'emîn xala azadiya raman e. AÎHM'ê bi caran Tirkiye ji heman dosyayan mahkûm kir. AÎHM dibêje fikrek mirov matmayî bihêle jî divê neyê astengkirin. Şebnemê jî di çarçoveya pîşeya xwe de têkildarî îdiayekê de axaftin kir. Sûchesibandina vî tişî ya di vê sedsalê de derî aqila ye. Wê dîsa Tirkiye mahkûm bibe. Mixabin ji ber ku siyaset êdî hiqûqê diyar dike wê van bûyerên bi vî rengî bidomin."
 
'Pêvajoya ku herî zêde tê de azadiya ramanê tê binpêkirin'
 
Eren diyar kir ku operasyonên duh li gelek bajaran hatin kirin û binçavkirina kedkarên çapemeniyê yên ajansa me û MA'yê jî jî di heman çarçoveyê de hatine kirin û anî ziman ku di sala 2022'yan de binçavkirina rojnamegeran a ji ber nûçeyên ku şopandine dûrî aqila ye. Erenê anî ziman ku ew di serdemeke azadiya ramanê herî zêde tê binpêkirin re derbas dibin û wiha berdewam kir, " Ger ku dema we mijarek ne eciband hûnê lêpirsînê bidin destpêkirin, wê biçin îfadeya xwe bidin. Lê ev binçavkirin û girtin dûrî aqilan e lê mixabin em di pêvajoyeke ku herî zêde îfadeya ramanê tê binpêkirin re derbas dibin. Ji ber vê em van hemûyan dijîn."
 
'Bêyî cudakarî divê tu kes bêdeng nemîne'
 
Eren diyar kir ku şebnem û 11 rojnamegeran li gel hemû tundî, zext û dijwariyê wêrekiyeke mezin nîşan dane û berdewam kir, "Divê ev wêrekî bê belavkirin, lê mixabin gelek aliyên ku vî şerî ji nedîtî  ve tên hene. Mînak ger ku îro ev rojnamegerên hatin binçavkirin ji Halk TV, tele 1'ê, Hurriyet û Akşamê bûna niha wê tevahiya Tikriyeyê rabûna ser piyan, lê mixabin dema ku mijar rojnamegerên kurd bin heman tişt tê kirin. Bêhestiyariyeke mezin heye. Ez hêvî dikim ku êdî tu kes li hemberî kesên ku doza mafê xwe dikin bêdeng nemînin." 
 
Erenê herwiha diyar kir ku ew ê wekî ÎHD li Enqerê pêvajiyê bişopînin.