Ji girtiyên jin li dijî kimyasalê greva hişyariyê

  • 10:43 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, li dijî bikaranîna çekên kimyewî û tecrîda li Îmraliyê bi armanca hişyariyê ji bo sê rojan greva birçîbûnê dan destpêkirin.
 
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, li dijî Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û kîmyabarana li ser şervanên YJA STAR Û HPG'ê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi armanca hişyariyê ji bo sê rojan greva birçîbûnê dan destpêkirin.
 
Jinên ku di sê qawîşên cuda cuda de tên girtin, bi rêya parêzerên xwe ji raya  giştî re peyam şandin. Girtiyên jin, diyar kirin ku bikaranîna çekên kimyewî sûcê mirovahiyê ye û ji ber wê bi armanca berteka xwe nîşan bidin biryar dane ku bikevin grevê. Jinan diyar kirin ku divê heyeteke xweser bê pêkanîn û biçe li herêmê lêkolînê bike û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.