Serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome

  • 10:02 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildan û xwepêşandanên li dijî qetilkirina jina kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didomin. Dê îro li bajarê Saqizê çilerojiya jina Kurd Jîna Emînî were kirin. Li Saqiz û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek hêzên leşkerî hatine bicihkirin.
 
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê duh di roja 39’an de li piraniya zanîngehan li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî xwepêşandan û nerazîbûn hebûn. Çalakiyan li Zanîngehên Tehranê, Zanîngeha Bijîşkî ya Hemedan, Kolêja Zanîngeha Meşhed, Zanîngeha Babol û Zanîngeha Kerec berdewam kirin. Di heman demê de li bajaran çalakiyên cuda jî hatin kirin. Bi taybet li Tehranê û Sine, herwiha li Şîrazê jî hejmarek jin servekirî meşiyan.
 
Duh di çarçoveya amadekariyên ji bo çilrojiya qetilkirina Jîna Emînî de, hejmarek kesayet û çalakvan ji bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê çûn Seqizê.
 
Di nava wan kesan yek ji lîstikvanê futbolê yê Îranê Elî Daiy ye ku li Otela Kurdî ya li bajarê Seqizê dima, lewma hêzên zêde ya leşkerî li derdora otelê bi cih bûn û çend caran di navbera wan û ciwanê bajar de alozî derket.
 
Weke bajarê Seqizê, li bajaên din ên Rojhilatê Kurdistanê û li hinek bajarên Îranê jî ji bo çilrojiya Jîna Emînî amadekariyên çalakiyan tên kirin.
 
Li bajarê Sine û Erdebîl ku di dema borî de herî zê de xwepêşandan lêhatine kirin, Rêveberiya Perwerdeyê bi îdiaya belavbûna nexweşiyê deriyê dibistanan girt.
 
Şeva borî medya Îranê îdia kir ku malbata Jîna Emînî ragihandiye ku wê bîranînekê neke, lê kesek nêzî malbatê ji Iran Internationalê re ragihandiye ku ti rastiya vê îdiayê nîne û malbata wê li ser vê mijarê ti daxuyanî û niyeta wan heye îro serdan gora wê ya li Goristana Ayçî ya Seqizê bikin.
 
Rêxistina Mafên Mirov a Îranê diyar kir ku di xwepêşandanên ku zêdetirî meheke li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin de, heta niha herî kêm 234 kes hatine kuştin û ji wana 29 jê zarok in.