Seroka Meclîsa DTSO'yê Nevîn Îl: Hevgirtina me dê bi jinan re bidome

  • 09:13 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin  
 
AMED - Di hilbijartinên rojên borî de jina bi navê Nevîn Îl ji bo Serokatiya Meclîsa DTSO’yê hat hilbijartin û asteke nû bi ser xist. Nevînê bang hemû jinên kedkar û karsaz kir ku bi beşdariya mekanîzmayan hêza xwe ya aborî  biafirînin û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan ez ê polîtîkayên çareseriyê bidim meşandin.”
 
Meclisa Odeya Bazirganî û Senayiyê (DTSO), piştî civîna meclisê ya ewil a serdema 2022-2026’ê ku di 2’yê cotmehê de lidarxist, endamên meclisê diyar kirin. Di hilbijartina ku hat pêk hat de Nevîn Îl ji bo Seroka Meclîsa DTSO’yê hat hilbijartin. Bi vî rengî Meclîsa DTSO’yê di dîroka odeyê de cara ewil serokeke meclîsê ya jin hilbijart. Nevîl Îl a ku bi salan e ji bo îstîhdamkirina jinan li qadan xebat meşand, di sala 2018’an de pêşengiya meclîsa jinan a ku di nava odeyê de hate avakirin û ji bo ku jin azadiya xwe ya aborî dest bixin, kir. Nevîn a ku di meclîsa jinan de gelek xebatan meşand, niha jî hewl dide ku bibe dengê jinên kedkar.  
 
Nevîn Îl, der barê mijarê de nirxandinan kir.
 
‘Me pêvajoyekî serkeftî li Amedê da jiyîn’
 
Nevîn, anî ziman ku Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê li hêrêmê qonaxeke nû pêk aniye û li herêmê cara yekeme tiştek wisa pêk tê. Nevîn, got ku bin banê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê de bi projeya meclîsa jinan ve ji bo ku jin di nava saziyên cuda de cih bigirin xebatên xwe kirine û wiha domand: “Pêvajoya ku ez hatim hilbijartin jî parçeyek vê pêvajoyê ye. Li ser vê mijarê em 4 sal in xebatên xwe dimeşînin. Jinan di hemû komîteyên pîşeyî yên li hemû yekîneyên odeya bazirganiyê de yek bi yek xebat meşand. Hewl dan ku pirsgirêkên aborî yên bajêr fêm bikin. Jinan hewl da ku fêr bibin ka ev sazî çawa dixebite. Ji ber ku berê temsîliyeteke bi vî rengî tunebû, jinan tenê di nava saziyên sivîl de li mafên jinan digeriyan. Wek ku kare me yê sereke be, me mekanîzmayên biryarê radestî meran kiribû. Bi tespîtkirina vê xebatên ku me meşand de me îro pêvajoyekî serkeftî li Amedê da jiyîn. Helbet di vê pêvajoyê de piştgiriya hemû saziyên sivîl jî gelekî girîng bû.”
 
‘35 cîgir û rêveberên jin jî hatin hilbijartin’
 
Nevîn, bi lêv kir ku di meclîsê de gelek jin hatine hilbijartin û wan dest bi kar û xebatên xwe kirine û axivî: “Jinan piştî ku di Meclîsa Jinan a Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê de cih girtin, dest bi naskirina odeyê jî kirin. Jina piştî ku dîtin odeyek di jiyana karsaziyê de çiqas girîng e, di fersendên fêrbûnê û çareseriya pirsgirêkên lêgerîna wan de çiqas bandorker e û bi awayek cidî di nava xebatan de cih girtin. Nêzî 4 sal in em xebatên xwe didomînin. Ji ber ku bi hilbijartinên 2018’an re meclîsa jinan weke organek li wir dest bi kar kir û peywirê de cih girt. Di vê wateyê de em encama xebatên xwe jî digirin. Ne bi tenê ez, 35 cîgir û rêveberên jin jî hatin hilbijartin.”  
 
‘Em ê ber bi armanca xwe ve biçin’
 
Nevîn, diyar kir ku ev guhertin di heman demê de di aliyê erênî de bandorê gelê herêmê jî kiriye û wiha domkir: “Gelê herêmê ne xerîbê vê tiştê ye. Ne bi tenê di aliyê aboriyê de valahiyek hebû. Her wiha dis saziyê de jî valahiyek cidî hebû. Ji ber vê jî dema ku hatim hilbijartin ji aliyê gelê herêmê me bertekên êrênî girt. Piştî ku hatim hilbijartin şûnde gelek kesan hatin serdana min. Ji rêxistinên sivîl ên bajêr, sazî, partî, pêkhateyên wan û saziyên jinan peyamên hevkarî û piştgiriyê hatin. Ji ber vê jî em ên vê pêvajoyê baş binirxînin û bigirin dest. Em ê ber bi armanca ku jin li qadan bi hêztir û zêdetir xuya bibin, mekanîzmayek biryar a aborî ya bi hêztir biafirînin û têgihîştina wan a hevpar ava bikin, biçin.”
 
‘Hevgirtina me bi jinan re bidome’
 
Nevîn, destnîşan kir ku di gelek sazî û odeyan de temsîliyeta jinê gelek kêm e û ji ber vê ew xebatan dimeşînin û wiha pêlda axaftina xwe: “Hem meclîsa me ya jinan hem jî saziyên me yên sivîl di vî warî de xebatên xwe didomînin. Di dema derbasbûyî de me serdana 11 bajaran kir. Di van odeyan de me behsa girîngiya tevlîbûna jinan a mekanîzmayên biryargirtinê kir. Me piştgiriyek baş jî girt. Lê belê em dibînin ku ev piştgirî di mekanîzmayên biryarê yên pêvajoyên hilbijartinê de jî derneketiye holê. Hîn zû ye ku em li ser vê yekê biaxivin. Lê di nêzî mehekê şûnde em ê encamên pêvajoya hilbijartinê bibînin. Lê ne mimkûn e ku mirov bibêje ku li derveyî Amedê encam pir dilêş e. Em ê ji berê de amadekariyên xwe bikin û bi rêxistinên xwe yên sivîl re xebatên xweser bimeşînin ku jin di mekanizmaya biryargirtinê de cih bigirin û di vî warî de bi hêz rawestin. Ji ber ku jinên ku di her qadê de ji rêza yekem de dezavantaj in. Ji qada karsaziyê heta jiyana civakî û heta qadên jin di navê de dixebitin. Di vî warê de kare me wê ne tenê jinên îstîhdamê bin. Em ê bi hemû kesên ku li qadê dixebitin, naxebitin, jinên karsaz in re hevgirtina xwe bidomînin.”
 
‘Ev qeyran taybetî bandorê li jinan dike’
 
Nevîn, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser qeyrana aboriyê ku li ser welat bandorek kûr dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê mixabin ji vê qeyranê di destpêkê de jin jê bandor dibe. Herêma me demek dirêje ku di nava kaosekî mezin de ye. Em di pêvajoyeke ku mafên temsîliyetê hatin desteserkirin re derbas bûn. Li vir hejmara jinên ku ji karên xwe hatine dûrxistin û hejmara bêkaran jî pir zêde ye. Mixabin ku di destpêkê de em jin ji hemû şer û qeyranên aborî bandor bûn. Rewş niha ji hîn wisa ye. Hejmara jinên ku dikanên xwe girtin zêde bûye. Ji bo ku pêşiya li vê tiştê bisekinin em ê xebatek cidî bimeşînin. Wek jinek ez ê bi hesasiyetek mezin nêzî vê mijarê bibim û polîtîqayên çareseriyê bidim meşandin.”