Şebnem Korur Fîncanci hat binçavkirin

  • 09:07 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ku ji ber axaftinên têkildarî çekên kîmyewî hedef hatibû nîşandan, hat binçavkirin. 
 
Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ku ji ber axaftinên xwe yên têkildarî çekên kîmyewî hedef hatibû nîşandan, li Stenbolê hat binçavkirin. Şebnema ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Enqerê de hat binçavkirin dibin Enqerê. 
 
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ragihand ku Şebnem hatiye binçavkirin. Têkildarî mijarê TÎHV’ê li ser hesaba xwe ya Twîtterê ev peyam parve kir: “Seroka TTB’ê û Endama Lijneya Rêveber a Weqfa me Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci bi awayekî ku nayê qebûlkirin hat binçavkirin. Di zûtirin demê de berdin.”