'Dixwazin êşa li Girtîgeha Amedê bidin jibîrkirin'

  • 09:01 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Îktidara AKP’ê ji bo Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku di salên 1982’yan de weke navenda tasfiyekirin û bêdengkirina serhildana gelê Kurd hate bikaranîn bibe cihê çandê biryar girt. Hevseroka Komeleya 78’an Halîse Batkî mijar nirxand û got: “Bi gotinên xwe jî eşkere dikin ku ew dixwazin nirxên me bi me bidin jibîrkirin. Lê belê ew ê bi van hewldanan nikaribin bi me bidin jibîrkirin.”
 
Girtîgeha Tîpa E, yan jî girtîgeha jimara 5’emîn ya ku li navçeya Rezana Amedê cih digire di salên 1972’yan de dest bi çêkirina wê hate kirin û di 4’ê Tîrmeha 1980’ê de jî hate vekirin. Di navbera salên 1981-1984’an de ji ber îşkenceyên giran 34 kesî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da û bi jimarek zêde de kes astengdar man. Girtîgeh weke projeya fetisandin, tasfiyekirina serhildana gelê Kurd kete meriyetê. Lewra li gel îşkenceyan ji têkoşîn û berxwedanên bêhempa re mêvantî kir. Serokkomarê Tirkiyeyê di bernameyek beşdarî bûye de got ‘em ê girtîgeha Amedê bigirin û bikin navenda çandê. Bi vî rengî wê bibîranîna xirab a Amedê nemîne’. Bi van gotinan re girtîgeha Amedê hate valakirin û klîda deriyê Girtîgehê ji Wezareta Dadê teslîmî Wezareta Tûrîzmê hat kirin. 
 
Muzeya mirovahiyê
 
Li zindanan li dijî îşenceyê, grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Herwiha girtiyan bedena xwe dan ber agir û helwesta faşîstan rûxandin.  Rojnameya The Times jî cih da bûyerên li girtîgeha Amedê qewimîne. Komeleya 78’an derbarê pêvajoyê de lêkolînên berfireh dabûn destpêkirin. Ji bo girtîgeh bibe ‘muzeya mirovahiyê’ ketin nava hewildanan. Lewra li dijî vê daxwza wan biryara wergerandina navenda cihê çandê hate girtin. Derbarê geşedanên di derbarê girtîgeha Amedê de rû dane Hevseroka Komeleya 78’an Halîse Batgi nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir.
 
‘Ji bo me mîrate ye’
 
Halîse bi bibîranîna şehîdên di girtîgeha Amedê de jiyana xwe ji dest dane dest bi nirxandina girtîgehê kir. Xalîse ev gotinan kir: “Gelê kurd li dijî bişaftin û polîtîkayên dagirkeriya li ser Kurdistanê serhildanek dan destpêkirin. Kurdan ji bo ziman, çand û nasnameya xwe berxwedanek destanwarî dan. Ji ber vê hewldana demokratîk jî xwestin di zindana Amedê de wê berxwedanê bifetisînin. Bi vê armancê wehşetên mezin hatin jiyîn. Kesên tê de mane qala wan rojan dikin. Lewra ruxmê bi caran hatine guhdarkirin jî, her dema tê qalkirin ew bandora giran li ser mirov ava dike. Li hember vê zext û zilmê qehremaniyek mezin hate pêşkêşkirin.”
 
‘Ev daxwazek hevpar a gel e’
 
Halîse bal kişand ser hewldanên di derbarê kirina muzeyê ya Girtîgeha Amedê û got: “Kurdan bi qehremaniya xwe, li girtîgeha Amedê dîrok nivîsandin. Belkî jî ev qehremanî ji bo hemû ciwanan bû nimûne û hêviya serhildanê. Ev girtîgeh ji bo me nirx û mîrateyek mezin e. Di vê zanebûnê de ji bo girtîgeh bibe muze me hewldanên mezin dan. Ev daxwazek hevpar a gel e. Çawa ku ew roj di hafizaya me de hate kolan, pêwîst e di warê fîzîkî de jî em xwedî li bibîranîna wan derbikevin. Me ji bo vê jî îmze kom kirin, me biryara xwe ji meclîsê re ragihand, gelek serlêdanên me û çalakiyên me pêk hatin. Serokkomarê Tirkiyeyê Tayip Erdogan jî dema hate Amedê di axaftina xwe de gotibû ‘ger zimanê van dîwarên girtîgehê hebûya wê çend bûyer bi lêv kiriban.’ Ew bi xwe jî nikarin ji vê rastiyê birevin û binixumînin. Îşkenceya dermirovî tê de hatiye kirin, ev nayê piştçavkirin. Ger bi xwe jî vê dizanin û tînin ziman pêwîst e daxwaza gel esas bigirin.”
 
‘Divê daxwaza gel esas were girtin’
 
Halîse biryara AKP’ê ya di derbarê girtîgeha Amedê de girtine bi bîr xist û wiha pê de çû: “Bi salane em ji bo vê daxwaza gel di nava hewldanan de ne. Lê mixabin bi armanca ku nirxên me û serhildana heyî bi me bidin jibîrkirin ew jî di nava hewldanan de ne. Biryara ku girtîgehê veguherînin navenda çandê girtine. Gelo em ê çawa qebûl bikin ku ew li ser wan nirxên me, li ser komkujiyên li wir pêk hatine lîstikan bilîzin. Ma wê li ser êşên me govendê bigirin? Ev nayê qebûlkirin. Ji bo îşkenceyên di girtîgeha Amedê de ew xistine rêza 10’emîn . Lewra em bawer in ku ew di rêzên pêşî de ye.”
 
‘Wê di armanca xwe de bi ser nekevin’
 
Halîse bi van gotinan dawî li axafitna xwe anî: “Armanca wan bê guman xwiyaye. Dixwazin vê yekê bidin jibîrkirin.  Wê bikin cihê çandê, bi vî rengî bi ser bûyerên berê lê qewimîne bigirin. Em ê destûra vê yekê nedin. Lewra çi dibe bila bibe ew dîrok nayê jibîrkirin. Me bi pirtûkan, bi kilam û gotubêjên xwe bê mirin kiriye. Ew ê nikaribin di van armancên xwe de bi ser bikevin.”