ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2022'YAN

  • 09:00 26 Cotmeh 2022
  • Rojev
 
*Îqtidara AKP’ê ji bo Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku di salên 1982’yan de weke navenda tasfiyekirin û bêdengkirina serhildana gelê Kurd hate bikaranîn bibe cihê çandê biryar girt. Hevseroka Komeleya 78’an Halîse Batkî mijar nirxand û got: “Bi gotinên xwe jî eşkere dikin ku ew dixwazin nirxên me bi me bidin jibîrkirin. Lê belê ew ê bi van hewldanan nikaribin bi me bidin jibîrkirin.” DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Botanê bertek nîşanê mîhrîcana muzîkê ya ku li dijî çanda Gelê Kurd e û ji aliyê hikûmetê ve te xwestin li Cizîrê were lidarxistin dan. Dayika destnîşan kirin ku bi zanebûn li Cizîrê mîhrîcaneke bi vî rengî li dar dixin û ev mîhrîcan li dijî nirxên Botanê êrîşek taybet e. DÎMEN HEYE
 
*Macîbe Varhan a kedkara malê ye û sibehê zû dest bi rojê dike, balê dikşîne ser têkiliya jinê ya bi xwezayê re û got: “Ez li gund bax û baxçeyên xwe diçînim. Gelek xurekan bi keda destê xwe bi dest dixim.” DÎMEN HEYE
 
*Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 11 rojnameger do hatibûn binçavkirin. Têkildarî mijarê jinan gotin:"Heta ew bên berdan; em ê di nava her şerdî de bibin dengê Gelê Kurd, dengê jinê û heqîqetê ji gel ragihînin." DÎMEN HEYE
 
*Di hilbijartinên rojên borî de jina bi navê Nevîn Îl ji bo Serokatiya Meclîsa DTSO’yê hat hilbijartin û asteke nû bi ser xist. Nevînê bang hemû jinên kedkar û karsaz kir ku bi beşdariya mekanîzmayan hêza xwe ya aborî  biafirînin û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan ez ê polîtîqayên çareseriyê bidim meşandin.” BI DÎMEN
 
*Ji bo meşa 6’ê Mijdarê ya li dijî çekên kimyewî ku li navçeya Silopiyê wê were lidarxistin dê îro li rêxistina HDP’ê ya Silopiyayê dê daxuyanî were dayîn. (11:00)