Komeleya Berî Her Tiştî Jin û Zarok, serdana malbatên jinên li Şirnexê hatin kuştin, kir

  • 22:26 25 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Komeleya Berî Her Tiştî Jin û Zarok, ji bo balê bikşîne li ser zêdebûna qetilkirina jinan a li Şirnexê bi malbatên jinên ku hatine qetilkirin û partiyên sîyasî re hevdîtin kirin.
 
Komeleya Berî Her Tiştî Jin û Zarok, ji bo balê bikşîne li ser zêdebûna qetîlkirina jinan a li Şirnexê serdana malbatên jinên ku hatine qetilkirin û partiyên sîyasî kirin. Şandeya parezarên ku ji Baroyê Stenbol, Enqere û Antalyayê pêk tê, di çarçoveya bernameya xwe de ewilî bi malbata Firdevs Babat a ku li bajarokê Sêgirkê ya Qilebanê hatibû qetilkirin hevdîtin kirin. Şandeya parezêran dû re bi malbata Mîhrîban Şengîl ku li Qilebanê ji aliyê Metîn Şengîl ve hatibû qetilkirin hevdîtin kirin. Şandeyê, di serdanên xwe de destnîşan kir  ku ew ê şopdarê dozên jinên hatine qetilkirin bikin.
 
Şandeyê di berdewamiya serdanên xwe de serdana Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a bajarê Şirnex û Tevgera Jinên Azad (TJA) kirin.  Her wiha şandeyê dû re serdana CHP’ê jî kir.