Rojnameger Zemo 5 saet şûnde şîr da pitika xwe
- 19:40 25 Cotmeh 2022
- Rojane
ENQERE - Rojnamevan Zemo Aggoz ku îro danê sibehê li Enqereyê hatibû binçavkirin, piştî 5 saetan pitika wê ya 45 rojî birin cem wê.
Îro danê sibehê di çaçroveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de tevî nûçegihanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWS'ê rojnamevan Zemo Aggoz jî hatibû binçavkirin. Piştî 5 saetan pitika Aggozê ya 45 rojî birin cem wê û Zemo şîr dayê. Bi binçavkirina Zemo, mafê jiyanê yê pitika 45 rojî ku divê 2 saetan carekê şîrê dêya xwe vexwe, hat binpêkirin.
Piştî parêzer hevdîtin bi dozger re kirin, malbatê pitika 45 rojî bir midûriyeta polîsan û Aggozê li wir şîr dayê.