IPI: Divê rojnameger bên berdan

  • 17:04 25 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) peyama piştevaniyê rojnamevanên binçavkirî re şand û got: “Divê hemû rojnamevan bên berdan.”
 
Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) têkildarî rojnamevanên di operasyona navendî ya Enqereyê de hatin binçavkirin de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya bi sernava “IPI bang li Tirkiyeyê dike ku hemû rojnamevanan berde”  de, piştevaniya bi rojnamevanan re hat destnîşankirin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
 
“Ev binçavkirin, li Tirkiyeyê mînakek cidî ya êrîşên li dijî çapemeniya azad e. IPI bang li rayedarên Tirk dike ku van 11 rojnamevanan û hemû nûçegihanên din ên girtî, berde.
 
Di destpêka vê mehê de, şandeyek ku ji IPI, Rojnamevanên Sînoran Nas nakin (RSF) û Osservatorîo Balcanî e Caûcaso Transeûropa (OBCT), weke parçeyek a mîsyona çapemeniya azad a li Tirkiyeyê, çû Amedê. Endamên şandeyê bi rojnamevanên herêmê re ku di nav nûçegihanên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê û yên MA û JINNEWS’ê jî hebûn, hatin ba hev. Şandeya bi pêşengiya IPI’yê guhdarî fikarên rojnamevanan ên li ser tacîz, destgîrkirin û şopandinê kir. Her wiha şandeyê ji bo pişgirî dayîna 16 rojnamevan û xebatkarek ê medyayê ku 15’ê hezîrana 2022’an li Amedê bi sûcdarkirina 'terorê' hatibûn girtin û hîna li girtîgehê ne, xwepêşandanek kurt li dar xist.
 
Em bi hemû hev pîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne û divê Tirkiye bê ku bibe dereng hemû rojnamevanan berde.”