‘Ew ji heqîqet û pênûsa me ditirsin’

  • 16:59 25 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Derbarê binçavkirina nûçegîhanên JINNEWS û MA'yê li Enqerê bi tevlîbûna saziyên sivîl û partiyên siyasî civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de rojnameger Dîlan Babat wiha axivî: "Me dît ku çawa ji alavên me yên ku wekî delîl girtin, ditirsin. Ew ji heqîqet û pênûsa me ditirsin."
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, îro di danê sibehê de li 9 bajaran bi ser malên gelek rojnamegeran de hat girtin. Polîsan li Amedê Habîbe Eren, Derya Ren û li Qosera Mêrdînê jî Oznur Deger ên JINNEWS'ê binçav kirin. Nûçegîhanên MA'yê Selman Guzelyuz li Amedê, Hakan Yalçin li Wanê, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî li Rihayê, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan û Denîz Nazlim li Enqerê, Midûra Karên Nivîsan a Ajansa MA'yê Dîren Yûrtsever li Stenbolê û Mehmet Gunhan ê ku berê stajerê MA'yê bû li Manîsayê hat binçavkirin. Hat zanîn ku Derya Ren di çarçoveya lêpirsînek din de hatiye binçavkirin, hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Amedêb
 
Derbarê binçavkirinan de li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqerê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), nûnerên ÎHD'ê, Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), rêveberên DÎSK-Basın Îş, parlamenterên HDP'ê Huseyin Kaçmaz, Komeleya Hiqûqnasên Nûjen, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rojnamegerên JINNEWS û MA'yê tevlî civînê bûn. 
 
Di civînê de rojnameger Ozgur Paksoy axiv û bal kişand êrişên li hemberî Çapemeniya Azad û diyar kir ku dê li pey heqîqetê bimeşin. Rojnameger Huseyîn Akyol, di axaftina xwe de bal kişand ser 16 rojnamegerên ku hatin girtin û da zanîn ku dê li dijî binçavkirin û zextan bêtir bixebitin û hewl bidin ku rastî û heqîqetê ji raya giştî re ragihînin.
 
'Bila tirsandina ji heqîqetê bidomînin'
 
Ji rojnamegerên ku bi ser mala wan de hatibû girtin Dîlan Babat derbarê biserdegirtinê de ev tişt parve kirin:"Saet li dora şeşan bi ser mala me de girtin. Me ji wan re got aram bin lê belê bi çekên lûleya wan dirêj me li erdê razandin. Me avêtin eywanê û bi kelepçeya berojavî destên me kelepçe kirin. Sê saet û nîvan me dan sekinandin."
 
Dîlanê da zanîn ku polîsan ji Bêrîvan Altan a hatiye binçavkirin re gotine: "Ne li vir cihê em ê te bibin em ê li wir tiştên pêwist ji te re bêjin." Her wiha Dîlanê got: "Me şîfreyên telefon û kompîturê nedan loma heqaret û çêr ji me re kirin." 
 
Dîlanê da zanîn ku muamele û îşkenceya tê kirin bi wan xerîb nayê û wiha domand: "Me dît ku çawa ji alavên me yên ku wekî delîl girtin, ditirsin. Em dizanin bi salan li qadan bi muameleyeke çawa nêzî me dibin. Ew ji heqîqet û pênûsa me ditirsin. Bila tirsandina ji heqîqetê bidomînin."
 
'Bêfedî wêne parve kirin'
 
Seroka Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê Sibel Hurtaş wiha got:"Bêfedî emniyeta Enqereyê pê li pişta rojnameger Dîlan kirin û poz dan û ev yek li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kirin. Me ji ber van dîmenan fedî kir. Em dayina biryara nepen a ji bo dosyayên rojnamegeran şermezar dikin."