Rojnameger Derya Ren hat girtin

  • 16:44 25 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - Rojnameger Derya Ren a ku di saetên serê sibehê de hat binçavkirin, hat girtin. 
 
Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de serê sibehê li Amed, Enqere, Stenbol, Wan, Riha, Mêrsîn û Mêrdînê bi ser mala rojnamegeran de hat girtin û 11 rojnameger hatin binçavkirin. Derya Ren li Amedê ji ber dosyayeke cuda hat binçavkirin. 
 
Derya Ren ji ber cezayê wê yê hatibû teqezkirin hebû sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Biryara girtinê li edliyeyê li rûyê Deryayê hat xwendin û ew şandin Girtîgeha Jinê ya Amedê.