Mîkrofona MA'yê wek 'alava sûc' hesibandin

  • 15:33 25 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Polîsên ku avêtin ser buroya MA'yê ya Enqereyê, 6 saetan lêgerîn kirin. Polîsan piştî lêgerînê mîkrofona ajansa me MA'yê wek alava "sûc" hesibandin û desteser kirin.  
 
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye destpêkirin de polîsan serê sibê avêt ser buroya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya Enqereyê. Li buroyê 6 saetan lêgerîn hat kirin. Polîsan saet 7’an de li gel xwe çilingîr anîne û deriyê buroyê vekirin û bêyî ku kesek li buroyê hebe lêgerîn kirin. 
 
Polîsan dest danîn ser arşîva ansîklopediyên rojnameya Ozgur Gundemê ya ji salên 1990'î heya16'ê tebaxa 2016’an de ku hat girtin. Her wekî din dest danîn ser rojnameyên Yenî Yaşam û rojnameya Xwebûnê jî. Balkêş bû ku di serdagirtinê de dest nedanîn ser rojnameyên di heman cihî de disekinîn ên Hûrriyet û Cûmhûriyetê.
  
Polîsan di serdagirtinê de dest danîn ser wêneya rojnameger û edîtora Kovara Jinolojiyê Nagîhan Akarsel a di 4’ê cotmehê de li Silêmaniyê hatibû qetilkirin û wênaya 16 rojnamegerên di 16’ê hezîranê de li Amedê hatibûn girtin. 
 
Polîsên ku 6 saetan li buroyê lêgerîn kirin dest danîn ser 5 computer, 2 hardîsk, ajandayên nîşeyên nûçeyan, telefonek, bi dehan pirtûk û kovaran. Polîsan mîkrofona MA’yê wek "alava sûc" hesiband û destser kirin.